Dewleta Tirk li Amediyê bombe li 2 wesayîtan barand

Dewleta Tirk a dagirker li herêma Amediyê ya Başûrê Kurdistanê bi balafirên şer bombe li 2 wesayîtan barand.

Li gorî nûçeya Rojnews’ê ya ya li ser esasê çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, li gundê Dêreşê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya girêdayî Dihokê, du wesayît bombebaran kirine.

Hat ragihandin ku wesayît bi temamî şewitîne.

Derbarê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin, tê gotin liv û tevgera balafiran a li ser herêmê di van kêliyan de jî dewam dike.

Ji ber ku balafir digerin, kes newêre nêzî cihê bûyerê bibe.