Şandeyek ji rêxistinên jinan serdana şêniyên taxa Newrozê kir

Kurdên taxa Newroz 10 rojin li dijî Te’rîbê di nava çalakiyê de ne. Şandeyek ji rêxistinên jinan bi armanca piştevaniya ji bo çalakvanan serdana konê çalakiyê kirin û hewlên dagirkeran şermezarkirin.

Artêşa Iraqê 10 rojin ketiye nav taxa Newroz ya Kerkûkê û dixwaze xelk malên xwe vale bikin. Artêş dixwaze di malên Kurdan de malbatên Erebên biyaniyê bajêr bicih bikin. Niha di 7 xaniyên li taxê ji aliyê leşkerên Iraqê ve bi wesayîtên zirxî hatine dagirkirin. Hê jî leşkeran malên li taxê yên dagirkirî vala nekiriye. Li beramberî vê hewldanê xelkê taxê kon vedaye û li ber xwe didin.

Di danê nîvro de şandeyek ji rêxistinên jinan ên bajarê Kerkûkê bi armanca piştevaniya ji bo çalakvanên taxa Newroz serdana konê çalakiyê kirin.

Her wiha şandeyê hemû hewldanên li dijî îradeya xelkê Kerkûkê tên kirin bi taybet dagirkeriya artêşa Iraqê ya ku 10 rojin li dijî Kurdên taxa Newroz tê kirin, şermezarkirin.

Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Runak Mecîd di derbarê mijarê de ji axivî û wiha got: “Wek tê zanîn rejîma Bees’ê ji ber Kurdbûnê gelek welatiyên Kurd ên li Kerkûkê qetil kir. Piştî sala 2003’an vegeriyan bajêr û niştecihbûn. Diyare niha dixwazin li Kerkûkê Te’rîbek din pêkbînin. Bi armanca xirabkirina jiyana hevbeş, her carê li taxek ya Kurdan hewla Erebkirinê didin.”

Runak Mecîd da zanîn ku ger di hilbijartinan de Kurdan bi yek lîsteyê beşdarbibûna, bê guman wê encamek baştir bihata bidestxistin û wê nekarîban bi vî awayî hêsanî Te’rîbê li ser Kerkûkê pêkbianîban.