BI DÎMEN

‘Ji bo avakirina civakekî azad, wekhev û demokratîk, em li ber xwe didin’

Gerîlayên HPG û YJA-Starê diyar kirin ku sala 2024’an wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin, “Ji bo avakirina civakekî azad, wekhev û demokratîk, em li ber xwe didin.”

Gerîlayên HPG û YJA-Starê têkildarê têkoşîn û berxwedana ku di sala 2023’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê ya li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker hatiye raberkirin û biryardariya sala 2024’an ji ANF’ê re axivîn.

‘AZADIYA ME Û YA GELAN BI AZADIYA RÊBER APO VE PÊKAN E’

Gerîlayê HPG’ê Azad Dêrik, diyar kir ku ew hêz ji berxwedana bi heybet a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li dijî dewleta Tirk a dagirker digirin û wiha got, “Îro bi ruhê berxwedaniya Îmraliyê, şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê tê birêve birin. Her çiqasî dewleta faşîst bixwaze dagirkeriya xwe pêk bîne jî, encama ku dixwaze nekarî bi dest bixe. Hevrêyên me di her kêliyê de, bi têkoşîn û îradeyek ji pola li ber xwe didin. Dewleta Tirk a ku xwe dispêre teknîka xwe, li hemberî hêza gerîla bê çare maye. Ji ber gerîla bi raman û îradeya ku ji Rêber Apo girtine, şerê rûmetê dimeşînin. Heta em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin, dê ev berxwedana me berdewam bike. Em ê ti carî paş ve gav navêjin. Lewra azadiya me û ya gelan bi azadiya Rêber Apo ve pêkan e. Yekîtiya gelên Kurd û gelên li Rojhilata Navîn bi saya ramanên Rêber Apo pêşketiye. Ji ber vê yekê, îro li her devera cîhanê, gel ji bo azadiya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne. Ev berxwedan li çiyayên Kurdistanê bi pêşengiya gerîla di asta herî jor de dewam dike. Ji bo avakirina civakekî azad, wekhev û demokratîk, em li ber xwe didin.”

‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BERFIREHTIR BIKIN’

Azad Dêrik, destnîşan kir ku mînaka berxwedana gerîla ya sala 2023’yan a li çiyayên Kurdistanê, li ti deverê cîhanê nîne û wiha domand, “Di sala 2024’an de em têkoşînê bilindtir bikin û sala 2024’an bikin sala serkeftinê. Bila bê zanîn ku, şehadeta her hevrêyeke me, hêrs û kîna me ya li dijî dijmin zêdetir dike. Bi soza tolhildana hevrêyên xwe yên şehîd, em ê têkoşînê berfirehtir bikin.”

‘EM Ê DI SALA 2024’AN DE AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO MISOGER BIKIN’

Gerîlaya YJA-Starê Zeyneb Newal, diyar kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên sala 2023’yan gerîla berxwedaneke dîrokî raber kirine û wiha axivî, “Dijmin ji her alî ve bi hemû hêza xwe êrîşê qadên gerîla kir. Li dijî van êrîşan gerîla berxwedaneke dîrokî raber kir. Berxwedana hevrêyên me di rûpelên dîrokê de roj bi roj tên nivîsandin. Dijminê hov bi çekên kîmyewî dixwaze hebûna gerîla tine bike. Lê îro gerîlayên azadiyê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî, bi bombeyên destan, îrade û bi hêza ku ji şehîdên xwe girtine, vê teknîka dijmin têk dibin. Em ê vê têkoşînê bi hêza ku ji ramanên Rêber Apo girtiye bidomînin û em ê di sala 2024’an de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi berxwedana xwe misoger bikin.”

‘ŞERÊ HEBÛN Û TINEBÛNÊ YE’

Gerîlayê HPG’ê Zinar Torî jî, anî ziman ku wan salek tejî berxwedan li dû xwe hiştine û wiha got, “Şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê meşandin, şerê hebûn û tine bûnê ye. Ji bo wê jî dewleta dagirker bi hemû hêz û teknîka xwe êrîş tîne ser qadên me. Cardin jî nikare encama dixwaze bi dest bixe. Li hemberî îradeya ji pola, bê çare dimîne û nikare pêş de here. Ji ber gerîlayên azadiya Kurdistanê hêz û cesaret xwe ji ramanên Rêber Apo digrin.”