BI DÎMEN

Peyama Konferansa Ciwanên Êzidxanê: Wê serkeftin a Şengalê be!

Berdevka Yekîtîya Ciwanên Êzidxanê Sara Şengalî di axaftina dawî ya 3’yemîn Konferansa Yekîtîya Ciwanên Êzidxanê de wiha got: “Em ê hemû rojên xwe veguherin têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo.”

Tevgera Ciwanên Êzidxanê îro bi ji bo berfirehkirin û xurtkirina xebatên xwe, pêngaveke nû ya rêxistinî avêtin û 3’yemîn konferansa xwe bi şîara ‘Ji bo Azadiya Rêber Apo Cenga Azadiyê biserbixin, Xweseriya Şengalê mîsoger bikin’ lidar xistin. Konferans li komelgeha Dîgurê ya Şengalê hate lidarxistin û bi sedan ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmen beşdarî konferansê bûn û serkeftina fikrê netewa demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi yekîtî, tifaq û helwesta xwe nîşan dan. Di konferansê de mijara esasî ya hemû peyam, aaxftinan û nirxandinan azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina xweseriya Şengalê bû.

Di konferansê de li ser navê fermandariya YBŞ’ê Xemgîn Şengalî, li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo û li ser navê Koordînasyona TAJÊ Riham Hico peyamên xwe pêşkêş kirin. Di peyaman de rola ciwanên Êzidxanê ya parastina Şengalê, rêxistinkirin û pêşxistina pergala xweseriyê derketin pêş û hate destnîşankirin ku wê Şengal bi fikrê netewa demokratîk ji aliyê ciwanan ve were rêxistinkirin.

Di berdewama konferansê de peyamên dîtbarî yên tevgera ciwanên Mexmûr û Ewrûpayê jî hatin temaşekirin. Ciwanên Ewrûpayê û Mexmûrê 3’yemîn konferansa Ciwanên Êzidxanê silav kirin û piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna Şengala xweser û azad nişan dan.

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan coşa konferansê bilind kir

Di konferansê de yek ji rojevên ku coş û kelecana ciwanan derxist asta herî jor, peyamên Abdullah Ocalan bûn. Peyama Abdullah Ocalan a ji bo ciwanên Êzidî û Şengalê bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan hate pêşwazîkirin.

Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo konferansê hate temaşekirin, bi navê Yekîneyên Jinên Şengalê Nûda Şengalî peyameke kurt da û got: “Em bi vê baweriyê ne ku wê ciwanên me yên Şengalê jî bibin hêza serkeftinê ya Şengalê. Ciwantî rihê serkeftinê ye, pewîst e em bi vî ruhî têkoşînek hîn xurtir bikin. Bangawaziya me ji hemû ciwanan re ew e ku li dijî êrişên li dijî civaka Êzidî bêdeng nemînin.”

RÊZIKNAME HATE NÛKIRIN

Piştî peyama Nûda Şengalî, rapora salekî ya kar û çalakiyên ciwanan hate xwendin. Bi xwendina raporê re xebatên rêxistinî yên ciwanên Êzidxanê hatin nirxandin, ji bo pêşxistina tevgera ciwanan nêrîn û pêşniyar pêşketin. Di konferansê de her wiha rêziknameya Yekîtîya Ciwanên Êzidxanê hate nûkirin û ji aliyê delegeyên konferansê ve hate erêkirin.

ÎNSIYATÎFA CIWANÊN EREB HATE RAGIHANDIN

Piştî nûkirina rêziknameyê, endamên koordînasyona ciwanan ku ji 6 kesan pêk tê, endamên Meclîsa Ciwanên Êzidî û Însiyatîfa Ciwanên Ereb ên Şengalê ji bo erka xwe sond xwarin.

Li gorî rêziknameyê, ji derveyî ciwanên Êzidî ciwanên Şengalê jî dikarin xwe di bin banê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê de xwe birêxistin bikin. Di vê çarçoveyê de di konferansê de Însîyatîfa Ciwanên Ereb hate ragihandin ku wê xwe di bin banê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê de birêxistin bike.

Piştî danasîn û sondxwarinê, dîwana konferansê çend biryarên nû pêşkêşê konferansê kirin û ev biryar ji aliyê konferansê ve hatin erêkirin. 

Çend biryarên ku di konferansê de hatin girtin wiha ne;

- Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê azadiya Abdullah Ocalan û dawî anîna esaretê dike navenda hemû xebatên xwe.

- Wê komxebatek li ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan û fikrên wî were lidarxistin.

- Li dijî dagirkirina welat û Êzidxanê, her cûre çalakiyan lidar dixe û erkên xweparastinê pêk tîne.

- Wê xebatên akademiya Xemgîn Roj, xebatên perwerdehiyê û rojên xwendina Abdullah Ocalan werin çalakkirin.

- Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya ciwanan were lidarxistin

- Li hemû gund û komelgehan komînên ciwanan were avakirin.

- Li gund, komelgeh û bajarokan komîte û yekeyên ciwanan yên xwe ji fermanan biparêzin, werin rêxistinkirin.

- Li herêmên ku gelê Ereb lê dijî, akademî û dewreyên perwerdeyê ji bo ciwanan werin rêxistinkirin.

- Xebatên ciwanên Ereb di zanîngehan de were rêxistin kirin.

Konferansê bi axaftina Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Sara Şengalî bi encam bû. Sara Şengalî konferansê li hemû şehîdên Êzidxanê pîroz kir û wiha axivî: “Em ê hemû rojên xwe veguherin têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo. Êdî ciwanên Êzidî xwedî nasname, îrade, hêz û biryar in. Em êdî ne ew ciwanên Êzidî yên beriya 2014’an e ku nekarîn civaka xwe biparêzin. Wê konferans hêzeke mezin derxe holê. Em vê konferansê diyarî şehîd Mam Zekî, Zerdeşt, Pîr Çeko, Dîndar, Şêrzad, Argeş û hemû şehîdan dikin. Wê serkeftin ya Şengalê be. Wê dijmin ti carî nikaribe hedef û armancên xwe li Şengalê pêkbîne. Em dibêjin bijî Rêber Apo, bijî berxwedana Şengalê.’’

Piştî axaftina Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Sara Şengalî, konferans bi coş û îdîayeke mezin bi encam bû.