DEM Partiyê bernamzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da naskirin

DEM Partiyê bi bernameya "Bernamzetên me diaxivin" bi weşaneke zindî bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da naskirin.

Bernamzetên Hevaşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yên DEM Partiyê Gulîzar Îepk Bîlek, Devrîm Demîr, Semîre Demîrel Kût, Necla Fîgen Altindag, AHmet Turk, Mehmet Newroz Turk, Nazim Kok, Nûrllah Kiliç û Abdûlvahap Irmak di bernameya danasînê de hatin cem hev du. Di bernameya zindî de ku li Grand Otêlê hat lidarxistin, hemû bernamzetan xwe dan naskirin.

Delege, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên sendîkayan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî bernameyê temaşe kirin. Her bernamzet 8 deqeyan xwe da naskirin. Bernamzetan di axaftinên xwe de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehn û Nobedên Edaletê yên li gelek bajaran tên lidarxistin.

Bername piştî axaftina bernamzetan bi dawî bû.