BI DÎMEN

Kaya: Li Tirkiyeyê qirkirina jinan heye

Parlementera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya, destnîşan kir ku ji ber polîtîka û pêkanînên siyasî ya desthilatdariyê kuştina jinan zêde bûne û got ku li Tirkiyeyê qirkirina jinan heye.

Navenda Lêkolînê ya Qada Sosyo-Polîtîk, di rapora xwe ya li ser daneyên di navbera 1'ê Çileyê-31'ê Kanûna 2023'yan de di çapemeniyê de hatî parvekirin, eşkere kir ku 385 jin hatine qetilkirin, 310 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Parlementera Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Adalet Kaya, têkildarê kuştina jinan a ku zêde dibe ji ANF’ê re nirxand û got, “Zêdebûna kuştina jinan û zêdebûna mirina bi guman a jinan, demeke dirêj di rojeva me de bû. Bi derbasbûna her salê re li gorî sala borî cînayeta jinan zêde dibe. Qet nebe her roj jinek li vî welatî tê qetilkirin. Polîtîkayên ku li vî welatî rê li ber kuştina jinan vedikin hene. Bi taybetî di van salên dawî de desthilatdarî bi pêkanînên xwe yên bêperwe rê li ber van kuştinan vedike.”

TEDBÎRÊN PARASTIN Û PÊŞÎGIRTINÊ NAYÊN GIRTIN 

Kaya, anî ziman ku ji ber ji aliyê desthilatdariyê ve tedbîrên parastin û pêşîgirtinê nayên girtin, kuştina jinan her ku diçe zêdetir dibe û got, “Li ser vê yekê rêziknameyên qanûnî hene. Weke ku hûn jî dizanin, vê desthilatdariyê xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Vê rewşê hem li ser zîhniyeta civakê hem jî li ser xebatkarên cemaweriyê bandorek mezin kir. Îro li Tirkiyeyê qanûneke bi hejmara 6284'an heye ku tê de tê gotin dewlet û saziyên wê neçar in jinan ji tundiyê biparêzin. Mixabin îro qanûn ji aliyê van saziyan ve bi cih nayê anîn. Polîtîkaya tundî û şer a ku desthilatdarî ev demeke dirêj e pêş dixîne, bandorê li civakê dike. Li aliyê din, îdeolojiya Tirk-Sûnî bi rengekî eşkere û vekirî li her derî bilav bûye. Ev hemû bi rastî jî bi axaftinên nîjadperestî, olperestî û zayendperestî li ser civakê hin bandoran ava dikin. Ev rewş hem tudniya li welêt zêde dike, hem jî cesarete dide mêran.”

QADÊN KU JIN DIKARIN SERÎ LÊ BIDIN HATIN GIRTIN Û KRÎMÎNALÎZEKIRIN

Kaya, diyar kir ku ji ber tundiyê qadên ku jin bikaribin serî lê bidin hatine girtin û wiha domand, “Êdî ji bo serlêdana jinan cih nehiştine. Dema ku em li raporên ku şîrketên lêkolînê û saziyên jinan par ve kirine binêrin em dikarin vê rastiyê bibînin. Bi taybetî li Kurdistanê bi polîtîkayên qeyûm re, hemû saziyên pêşîgirtina li tundiya ser jinê hatin girtin. Xebatên ku em ji bo jinan pêk tînin jî tên krîmînalîzekirin û hewl tê dayîn ku asteng bikin. Ji ber vê jin nizanin dê serî li kur bidin. Polîtîkayê necezakirinê derdikeve pêş. Mesele ne tenê sûc û ceza ye. Li salonên dadgehê, em bûn şahidê rûniştinên ku jiyan, jiyana taybet, ramanên siyasî û avahiya malbatê ya jinên ku hatine kuştin an jî rastî tundiyê, tên darizandin. Endamên darazê gelek mafên bingehîn ên jinan binpê dikin. Hele dema mijar dibin polîs, çawîş an jî AKP’yî. Mixabin politikaya bêcezakirinê li hember van tê pêk anîn."

DIVÊ WEZARETA JINAN BÊ AVAKIRIN

Kaya, da zanîn ku ji bo parastina gel û azadiya wan divê wezareta jinan bê avakirin û wiha dewam kir, “Divê wezareteke welê hebe ku jin li her qada jiyanê ya civakî bi hêz bin û li qadên siyasî û civakî karibin xwe bêhtir bi hêsanî îfade bikin. Divê ev wezaret bandorê li wezaretên din bike. Her wiha hewceye jin li ser birêxistinkirina hemû guhertinên zîniyetê yên ku weke tundiyê xwe nîşan dide xebatê bimeşîne. Rêveberiyên herêmî yek ji stûnên bingehîn ên paradîgmaya me ya bingehîn in. Me berê mekanîzmayên di nava rêveberiyên xwe yên herêmî de ji bo bicihanîna tedbîrên pêşîgirtin û parastinê pêk anîbû. Bi Rewşa Awarte re hemû saziyên ku van xebatan dikirin hatin girtin û li gel qeyûman bi temamî ji holê hatin rakirin. Li şûna wê sitargeh û ocax hene, lê jin êdî baweriya xwe bi wan nayînin.”