'Çalakiyên greva birçîbûnê ji bo me gelekî pîroz e' -HATE NÛKIRIN

Gerîlaya YJA Starê Zinarîn gabar greva birçîbûnê silav kir û got, "Weke milîtanên Rêber Apo, weke milîtanên vê şoreşê çalakiyên greva birçîbûnê ji bo me gelekî girîng e."

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Mijdara 2023'an û vir ve di greva birçîbûnê ya dorveger de ne. Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê têdikoşin, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Zinarîn Gabar: Beriya her tiştî weke gerîlayên YJA Starê em hevrêyên xwe yên li zindanan di greva birçîbûnê de ne silav dikin. Ev çalakiya li girtîgehan weke mîrateyekê ji gelê me û me hemûyan re maye. Çanda berxwedanê ya li zindanan ji dîrokê û vir ve dewam dike. Eger em girîngiya çalakiya wan fêhm nekin, em ê nikaribin encameke xurt bi dest bixin. Weke milîtanên Rêber Apo, weke milîtanên vê şoreşê ev çalakiya greva birçîbûnê ji bo me gelekî pîroz e. Em ê bi sekna xwe, bi çalakiyên xwe bersivê bidin hemû êrîşên dijmin. Berxwedana niha ya li çiyayên Kurdistanê bersiveke mezin e li dijî dijmin. Em îro li hemberî dewleteke zalim têdikoşin.

Greva birçîbûnê ya hevrêyên me hêzeke mezin da me. Divê her kesên xwedî wijdan bi rengekî berpirsyar nêzî vê berxwedanê bibe. Çalakiyeke bi vî rengî ya xurt a hevalên me yên li zindanan gelekî pîroz û bi wate ye. Em di wê baweriyê de ne ku çalakiya hevrêyên me wê bi ser bikeve. Armanca me jî serxisitna vê çalakiyê ye. Têkoşîna me wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike. Ev berxwedan wê her roj hîn bêhtir mezin bibe. Yên ku îro li zindanan li ber xwe didin, yên ku li çiyayên Kurdistanê şer dikin ji mîrateya berxwedanê ya hevalên Hayrî, Kemal, Alî û Akîf hêzê werdigirin. Van hevalan li zindana Amedê li dijî êşkenceya giran bi sekn û berxwedana xwe dîroka gelê Kurd ji nû ve nivîsandin. Gelê me ti carî teslîmî dijmin nebû û ev çanda berxwedanê heta niha dewam kir. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîna xwe ya li dijî dijmin dewam bikin.