BI DÎMEN

Dêya Mûrat Karayilan li Sineyê bi merasîmekê hate bibîranîn

Dayikên Aştiyê yên rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê ji bo bibîranîna dayika Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan, Hedle Karayilan merasîmek lidar xistin.

Di 7'ê Çileyê de dayika Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan Hedle Karayilan jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê sedemê, li gelek deverên welêt û derveyî welêt merasîmên bibîranînê hatin lidarxistin. Li bajarê Sineyê jî Hedle Karayilan hate bîranîn.

Merasîma bibîranînê ji aliyê Dayikên Aştiyê yên rojhilatê Kurdistanê ve hate lidarxistin.

Merasîma bibîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dest pê kir. Dayikan li gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wêneyên Hedle Karayilan bilind kirin.

Di merasîmê de dayikan daxuyaniyek xwend û tê de serxweşî ji malbata Karayilan û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re û bi taybetî ji Fermandarê NPG'ê Mûrat Karayilan re xwestin.

Piştî xwendina daxuyaniyê merasîm bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.