Li Zapê gelek leşkerên Tirk hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê li dijî leşkerên Tirk çalakî lidar xist û gelek dagirker ceza kirin.

Çavkaniyên HPG’ê diyar kir ku 11’ê Çileyê di saet 15.00’an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çalakiyeke bi koordîneyî hatiye lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku di çalakiyê de gelek leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Tê payîn ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di saetên pêş me de daxuyaniyê bide.