DEM Partiyê li Amedê dest bi pêvajoya hilbijartinê kir

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dest bi pêvajoya hilbijartinê kir û ji bo dengdana gel a 14'ê Çileyê bang kir.

Rêxistina Bajarê Amedê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê li Parka Koşûyolû daxuyaniyek da.

Hevseroka Amedê ya DEM Partiyê Pinar Sakik Tekîın daxuyanî da û diyar kir ku desthilatdarî bi veguhastina hilbijêran ji bo bajarên Kurdistanê dixwaze dest li hilbijartinê werde. Pinar Sakik Tekîn got, "Polîtîkayên qeyûm ên ku ji sala 2016'an û pê ve xistin meriyetê, ji polîtîkayên sed sal in têne meşandin cuda nîne. Gel êdî nikare xwe li tunehesibandina îradeya xwe rabigire."

BANGA JI BO DENGDANÊ

Pinar Sakik Tekîn got, "Gelê me êdî biryara xwe da. Wê îradeya xwe teslîmî mejiyê qeyûmkar neke û rê nede mejiyê qeyûm." Pinar Sakik Tekîn got, "Bi sedan bernamzetên me xwe ji bo pêşhilbijartinê amade dikikn. Her bernamzetekî me ne tenê ji bo bibe namzet, ji bo seknekê li dijî mejiyê faşîst nîşan bide serlêdan kirin. Em ê di hilbijartinên xwecihî de bersiveke mezin bidin mejiyê talanker û dawî li vê pêvajoya tarî ya li Kurdistanê bînin."

Pinar Sakik Tekîn ji bo dengdana gel a 14'ê Çileyê banga tevlîbûn kir.