‘Li dijî Halîse Aksoy hiqûqa ceza ya dijminane tê pêk anîn’

Parêzera Halîse Aksoy Zeynep Karayilan, ji bo rûniştina dozê ku wê di 12’ê Çileyê de bê dîtin banga xwedî derketinê li jinan û saziyên demokratîk kir.

Rûniştina 2’yemîn a doza Halîse Aksoy a ku hestiyên zarokê wê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek di qutiyekê de bi rêya kargoyê teslîmî wê kiribûn û bi îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik hatibû girtin, wê di 12’ê Çileyê de li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Parêzera Aksoy Zeynep Karayilan, da zanîn ku tevî pirsgirêkên tenduristiyê bi mehane Aksoy di girtîgehê de dît tê ragirtin û got ku li dijî Halîse Aksoy hiqûqa ceza ya dijminane tê pêk anîn.

Karayilan, anî ziman ku Aksoy tevî nexweşiyên giran ên kronîk jî ev 9 meh in di girtîgehê de tê ragirtin û ji bo rûniştina dozê ya 2’yemîn a ku wê di 12’ê Çileyê de bê dîtin banga xwedî derketinek xurt li jinan û saziyên demokratîk kir.