Şehîdên Parîsê li Kerkûkê hatin bibîranîn

Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, li Kerkûkê hatin bibîranîn.

Li Navenda Diyalog a Kerkûkê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (REJAK), yek ji endamên damezirîner a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sakîne Cansiz (Sara), dîplomata Kurd û nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Nêzî 50 nivîskar û wêjekar, kesayetên welatparêz, rojnamevan, çalakvanên warên jin, ciwan, civaka sivîl û hezkiriyên pirtûkan tevlî bîranînê bûn. Qada bîranînê bi wêneyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di bîranînê de danesîna pirtûka Sakîne Cansiz a “Jiyana min her şer bû” hat kirin û belavkirin.

Piştre jiyannameya Sakîne Cansiz û hevrêyên wê ji aliyê Endama Meclîsa Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (REJAK) Ronak Mecîdê ve ji beşdaran re hate xwendin.

Di bernameyê de Ronak Mecîdê li ser jiyanname û pirtûka şehîd Sakîne Cansiz axivî û wiha got: "Di nava jiyana xwe ya têkoşînê ya nêzî 40 salî de têkoşera jin a Kurd Sakîne Cansizê pirtûkek bi navê ‘Jiyana min her şer bû’ nivîsiye. Wekî ku bi xwe jî dibêje, pirtûka wê berhema destpêka tevgera azadiyê, berxwedana zindanan û qadên têkoşînê ye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Ronak Mecîdê li ser jiyana Sakîne Cansizê wiha got: "Bandoreke xurt a jiyan û têkoşîna şehîd Sakîne Cansizê heye. Helwesta wê ya serbilindane û rûmetyarane û hezkirina wê ya ji mirovan pir cuda ye. Gavên wê yên tijî îrade, sebra wê û têkoşîna wê hişt ku ew bibe yek ji jinên bihêz û xwedî şiyan ku rola xwe di damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê de bilîze û piraniya jiyana xwe diyarî azadiya jinan û gelê xwe bike."

Ronak Mecîdê di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Divê em rêya Sakîneyan, Leyla Qasim û Ayşegulan bernedin. Ji ber ku ev rê ji bo gelê Kurd têkoşîn e, lewma têkoşîna me û têkoşîna Sakîneyan a ji bo azadiya jin û civakê, ji bo azadiya jiyanê berdewam dike. Em ê vê pirtûkê wek xelat bidin beşdaran da ku em bikarin ji jiyana Sakîne Cansizê sûdê wergirin. Eger em ji mala xwe dest pê nekin, em tu carî nikarin bi ser bikevin."

Piştî bernameyê her sê bergên pirtûka " Jiyana min her şer bû" ya şehîd Sakîne Cansiz pêşkêşî beşdaran hate kirin.