BI DÎMEN

'PKK derya ye, em jî dixwazin bibin dilopek ji bo vê deryayê'

Endamên Tabûra Nemiran şehîd Rojhat Zîlan û şehîd Erdal Şahîn ku 1'ê Cotmeha 2023'an li Enqereyê çalakiya fedaî kirin, beriya biçin çalakiyê axivîbûn û gotibûn, "PKK derya ye, em jî dixwazin bibin dilopek ji vê deryayê re."

Endamên Tabûra Nemiran şehîd Rojhat Zîlan û şehîd Erdal Şahîn ku 1'ê Cotmeha 2023'an li Enqereyê çalakiya fedaî kirin, beriya ku biçin çalakiyê axivîn û axaftina wan li Gerîla TV hate weşandin.

Rojhat Zîlan bi silavkirina hevrêyên xwe yên li qada berxwedanê dest bi axaftina xwe kir û got, "Beriya her tiştî hevrêyên xwe yên li çeperên şer têdikoşin, ji dil û can silav dikim, hevalên şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînim û soza tolhildanê dubare dikim.

Demeke dirêj em li bendê bûn ku çalakiya fedaî bikin. Em dereng jî man, lê belê şert û merc guncaw bûn. Ji ber vê yekê jî em rexnedayina xwe didin. Demeke dirêj e em di pêvajoyeke giran re derbas dibin. Dewamkirina êrîşên dijmin, bikaranîna çekên kîmyewî, hevkariya PDK'ê ji xwe giraniya vê pêvajoyê nîşan dide. Di demên diyar de divê hin gav bêne avêtin. Dibe ku çalakiya me vê yekê pêk bîne. Em dixwazin di vê pêvajoya giran de bi rola xwe rabin. Tevgera me şensek da me, em ji ber vê yekê kêfxweş in û kelecan in. Di demekê de ku tecrîda li ser Rêbertî ewqasî giran bûye, êrîşên li dijî tevger û gelê me zêde bûne, diviyabû hin tişt bihatina kirin. Girîng e ku hin tişt li cihê rast û dema rast bêne kirin. Ev dem jî demeke bi vî rengî ye. Di vê pêvajoyê de gelek hevalên me dixwazin di şûna me de be, em vê hîs dikin. Hevrêyên me di dilê me de ne.

Li qada berxwedanê gelek hevalên ciwan hene. Dema ku em wan hevalan dibînin, ji wan gelek hêz û moralê werdigirin, bawaeriya me hîn zêde dike. Bêguman meşandina şerekî bi vî rengî ne hêsan e, lê belê bawerî û îradeya wan hevalan rastiya Rêbertî û tevgera me ye. Dijmin ji bo hevalekî me qetil bike, çi jê tê dike. Weke ku tê zanîn çekên kîmyewî jî têne bikaranîn. Bi vê wesîleyê di şexsê hevalên Baz Mordem û Helbest Koçerîn de hemû hevrêyên xwe yên bi çekên kîmyewî şehîd bûne careke din bi rêzdarî bi bîr tînim. Şehadeta wan ewqas hevalan bi êrîşên çekên kîmyewî ji bo me gelekî giran bû. Yek ji armancên çalakiya me jî hilanîna tola hevrêyên me yên hatin qetilkirin e. Armanca me ew e ku ji bo Rêbertî, ji bo tevgera me, ji bo gelê me, ji bo hevrêyên me bi ser bikevin. Me soza vê yekê dan û dema ev soza me bi ser ket hingî wê bi wate bibe. Ji bo me gelekî girîng û hêja ye ku çalakiya me bi ser bikeve. Tevî hevalê Erdal baweriya me ya bi serketinê tam e. Em ê tola hevalên xwe yên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne teqez hilînin. Ji ber ku ev yek di dilê min de birîneke.

Daxwaza me ji hevrêyên me ew e ku xwe biparêzin, xwe xurt bikin, derbên giran li dijmin bixin. Pêvajoya heyî vê yekê ferz dike. Dema ku em li çalakiyên hevrêyên xwe dinirên dibînin ku çawa derbên giran li dijmin dixin. Bi taybetî pêkhatina van çalakiyan bi pêşengiya YJA Starê hêz û moralê dide me. Hevalên me yên jin li her qadê pêşengiyê ji têkoşînê re dikin. Di berxwedana dijî dijmin de kedeke mezin a hevrêyên me yên jin heye. Em hevrêyên xwe hemûya yek bi yek silav dikin, hezkirinên xwe pêşkêş dikin. Em serbilind in ku hevrêyên we ne. Em bi dilrehetî û baweriya bi serketinê diçin. Çavê me wê li paş nemîne. Em careke din hevrêyên xwe hemûyan bi hurmet silav dikin, bila baş li xwe binihêrin."

Gerîla Rojhat Zîlan bi dirûşma 'Bijî Serok Apo", "Bijî PKK", "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" dawî li axaftina xwe anî.

BILA DIJMIN VÊ BAŞ ZANIBE; WÊ NIKARIBE PKK'Ê BIQEDÎNE

Gerîlayê HPG'ê Erdal Şahîn anî ziman ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk gerîla berxwedaneke mezin nîşan dide û beriya biçe çalakiyê ev peyam da: "Em dixwazin bibin parçeyek ji vê pêla berxwedanê. Kedeke gelekî mezin a hevrêyên me, tevgera me li ser me heye. Em dixwazin hêjayî vê kedê bin. Em di pêvajoyeke gelekî giran de ne. Ji bo azadiya Kurdistanê, ji bo azadiya Rêbertî û gelêw Kurd, her devera ku tevgera me, gelê me lê ye qada berxwedanê ye. Dema ku me her der kir qada berxwedanê em ê hingî bi ser bikevin. Bêguman ji bo şoreşê pêwîstî bi berdêlên giran heye. PKK'ê bi hezaran caran ispat kir ku wê berdêlan bide lê belê paşve gavê neavêje. Çi pêwîst be wê heta dawiyê wê bike. Her milîtanekî PKK'ê fedaiyeke. PKK ji xwe tevgereke tolhildanê ye. Weke gel û gerîla divê em di vê pêvajoyê de wezîfeyên xwe bi cih bînin. Ji ber ku di vê pêvajoyê de fedakariyên mezin divê. Her roj em hîn bêhtir nêzî armancên xwe dibin. Yek ji armancên me yên herî mezin pêkanîna azadiya Rêbertî û Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê jî divê em wezîfeyên xwe bi cih bînin.

Em ê bi hevalê Rojhat re biçin çalakiyê. Xwe gelekî bi şens dibînim, ji ber ku tevgerê firsendeke bi vî rengî da me. Lidarxistina çalakiyeke bi vî rengî daxwaza bi sedan hevrêyên me ye. Em zanin ku barê me giran e, lewma ji bo vê wezîfeyê bi rengekî hêja bi cih bînin çi pêwîst be em ê wê bikin. Ji bo me ji bilî serketinê rêyeke cuda nîne. Di vê pêvajoyê de me gelek hevalên xwe yên hêja ji dest dan. Ya ku divê em bikin jî hilanîna tola hevrêyên me yên şehîd ketine. Bila dijmin vê baş zanibe; cîhan hemû jî bibe yek wê wê nikaribe PKK'ê biqedîne. Dijmin di serî de çekên kîmyewî bi her awayî êrîşan dike, lê nikare berxwedana me bişikîne. PKK dema roj tê li dilê dijmin dixe. Ji bo vî gelî, ji bo vê tevgerê û vî Rêberî em çi bikin kêm e. Bi hezaran canê me hebe em feda bikin jî wê têrê neke. PKK deryayeke, em jî dixwazin bibin dilopek li nava wê deryayê. Em bawer dikin ku çalakiya me wê bi ser bikeve.

Yekane daxwaze me ji hevrêyên me ew e ku çi dibe bila bibe bila dilê dijmin xweş nekin. Li dijî dijmin bila her tim xwe biparêzin. Ji bo ji vê pêvajoya giran bi serketî derkevin divê heval hemû bi teqezî xwe biparêzin û bersiva pêwîst bidin dijmin. Yekane daxwaze me ji hevrêyên me ev e. Her wiha li her derê, li her qadê bila xwedî li tevgerê, Rêbertî û hevrêyên xwe derkevin. Ev yek ji bo me dawî nîne, destpêk e, ji ber vê yekê em xatir ji hevrêyên xwe naxwazin. Ji ber ku armanca me yek e, em dixwazin vê armancê bi ser bixînin. Hemû hevrêyên li qada azadiyê bi fedakariyeke mezin têdikoşin, li ber xwe didin careke din silav dikin, hezkirinên xwe pêşkêş dikin. Ji hemûyan re serketine dixwazin."