Tamîrê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Aliyekî min birîndar e

Ahmet Tamîrê ku piştî dîlgirtina 30 salan ji girtîgehê derket, li bajarê xwe Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Ahmet Tamîr (58) ku 30 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bûnyan a Kayseriyê girtî bû, duh hat berdan. Tamîr di sala 1994'an de ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya "Xerakirina yekîtiya welat" cezayê muebetê lê hat birin û seranserê dîlgiritna xwe de li girtîgehên Amed, Dîlok, Çewlîg û Karamanê ma. Tamîrê ku nêzî 8 salan li Girtîgeha Bûnyanê girtî bû duh êvarê hat berdan.

Tamir îro li Amedê li ber mala xwe ji aliyê malbat û xizmên xwe, endamên Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ji bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) bi awayekî girseyî ve hate pêşwazîkirin.

Tamîr li bajarê xwe Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Tamîr anî ziman ku ji bo hevalên wî yên li hundir de mane dilê wî birîndar e û got: “Divê em zanibin ku em ê vê jî çawa derman bikin. Careke din spasiya we dikim ku we ez pêşwazî kirim."