Li Mûşê 5 ciwan hatin binçavkirin

Li bajaroka Vartînîs a Mûşê 5 endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin.

Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mûşê Marûf Çelîker, Celal, Doner, Şîlan Nergiz, Emrah Bozkûrt û Devrim Çakir li bajarokê Vartînîs ê Mûşê, ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Di dema lêgerîna wesayîtê de 5 ciwan hatin binçavkirin.

Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn, piştî kontrola tenduristiyê ya li nexweşxaneyê birin Midûriyeta Polîsan a Mûşê.