BI DÎMEN

Suham Şengalî: Peyama ciwanan rêxistinbûna bi fikrê Rêber Apo ye

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ’yê Suham Şengalî diyar kir ku ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmen di konferansê de peyamên girîng dane û got: “armanca vê konferansê ew e ku em planên dijmin vale derxînin.”

Ji fermana 2014’an heya roja me ya îro ciwanên Êzidî ji bo xwe perwerde bikin û birêxistin bikin merheleyên girîng derbas kirin, ji bo rêxistinbûnê gavên mezin avêtin. Ciwanên Êzidî ku di fermanê de bi hemû hêza xwe ve beşdarî refên parastinê bûn, sal bi sal asta xebatên xwe fireh kirin, yekîtiya xwe ya bi ciwanên Ereb re pêş xistin û di demên dawî de jî bi fikrê netewa demokratîk ber bi Deşta Nînowayê gavên berfirehbûnê avêtin. Encama ked û xebata 9 salan, duh di 3’yemîn konferansa Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê de bi her awayî xuya bû. Bi sedan ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmen di bin şîara “Ji bo Azadiya Rêber Apo Cenga Azadiyê biserbixin, Xweseriya Şengalê mîsoger bikin” kom bûn û bersiveke xurt dan şerê taybet a ku li ser ciwanan tê meşandin.

Di konferansê de mijara esasî ya hemû peyam, axaftin û nirxandinan azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, parastina cewherî, mîsogerkirina xweseriya Şengalê û pêşxistina yekîtîya ciwanên Êzidxanê bû. Yek ji beşdarên konferansê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ’yê Suham Şengalî derbarê encamên 3. Konferansa Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê de ji ANF’ê re axivî.

‘CIVAK BI PÊŞENGTIYA CIWANAN DIKARE BÊ GUHERTIN’

Suham Şengalî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya lidar xistina konferansa ciwanan ya di vê pêvajoyê de û diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet ên li ser Ciwanên Şengalê pir bi dijwarî têne meşandin. Suham Şengalî nêrînên xwe yên derbarê konferansê de wiha anî ser ziman: ‘’Peyamên ku di konferansê de hatin dayîn gelekî xurt in. Di peyamên beşdarên konferansê ên ji pêkhateyên Êzidî, Ereb û Tirkmen de bal hat kişandin ser girîngiya xwe birêxistinkirinê. Ciwanan nîqaş kir bê ka ciwan çawa karibin ji civaka xwe re pêşengtiyê bikin. Em dibînin ku civak bi pêşengtiya ciwanan dikare bê guhertin. Sedema vê jî ew e ku ciwan, xeleka herî aktîf a civakê ne. Ji ber vê jî herî zêde ciwan dibin hedefa êrîşan.’’

‘WÊ CIWAN BI HÊZA KU JI KONFERANSÊ DIGIRIN, ÊRÎŞÊN DIJMIN PÛÇ BIKIN’

Suham Şengalî diyar kir ku rêxistiniya li beramberî êrîşan ji bo ciwanan jiyanî ye û wiha berdewam kir: ‘’Di vê konferansê de herkes balkişand ser fikir û felsefeya Rêber Apo û ciwanan hemûyan diyar kirin ku herî girîng ew e ku xwe li ser fikrê Rêber Apo birêxistin bikin. Di vê demê de ji hemû deman zêdetir êrîş li dijî Ciwanên Êzidxanê têne kirin, pêşengtiya êrîşan jî PDK dike. Lê divê ciwan bi zanebûneke xurt bikaribin xwe li beramberî wan êrîşan biparêzin.’’

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ’yê Suham Şengalî di dawiya nirxandina xwe de destnîşan kir feraseta ku bikaribe bi ciwantiyê li ber xwe bide û xwe biparêze divê were pêşxistin û got: ‘’Em jî armanc dikin ku bi vê konferansê vê yekê li gel ciwanan pêş bixînin da ku planên dijmin vala derxînin. Em konferansa ciwanan ji Rêber Apo, ji şervanên li çeperan şer dikin, li hemû şehîd û malbatên şehîdan û hemû ciwanan pîroz dikin û serkeftinê dixwazin.’’