Meşvanên Azadiyê li Serêkaniyê ne: Rêya me rêya azadiyê ye!

Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ li Serêkaniyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo got, "Rêya me rêya azadiyê ye, rêya yekîtiyê ye. Rêya me vekiriye.”

Baskê "Meşa Mezin a Azadiyê” ya Wanê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk hatibû destpêkirin, danê sibehê ji navçeya Dêrîk a Mêrdînê derbasî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bû. Meşvanên Azadiyê li Parka Uç Fîdanê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Di meşa ku piştî pêşwazîkirinê pêk hat de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Rêberek azad welatek azad" hat vekirin. Di meşa ku ji 7 salî heta 70'ê salî gelek kes beşdar bûn de dîmenên rengîn derketin holê. Welatiyên derdor jî eleqeyek mezin nîşanî meşvanan dan. Meş heta avahiya DEM Partiyê dom kir.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo li vir axivî û bi bîr xist ku piştî kuştina 2 polîsan a di sala 2015’an de, “Pêvajoya çareseriyê” hate bidawîkirin. Cupolo wiha domand: “Heke dewletê tarîtiya di sala 2015’an de bidîta û birêz Abdullah Ocalan ji Îmraliyê berda bûya dê 9 salan li vê xakê xwîn nerijiyaba. Îro sedsala duyemîn a komarê ye û em dibêjin; ‘Îradeya aştiyê li vir e, li Îmraliyê ye. Em amade ne.’ Banga me ji dewletê re ew e ku dîsa vegere ser maseyê. Banga me ji bo wê ye ku em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, daxwazên gelê Kurd ên mîna şîrê dayika wan helal biaxivin û nîqaş bikin. Rêya me rêya azadî û yekitiyê ye. Rêya me vekirî ye.”

Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Serêkaniyê Ugur Kahraman jî ev tişt anî ziman: “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Li gorî qanûnên înfazê, hevdîtina girtiyan a bi parêzer û malbatan re maf e. Lewma jî divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. Divê li Îmraliyê hevdîtin bên kirin. Têkoşîna me ya ji bo vê jî dê bidome.”

Namzeta hevşaredariyê Rahşan Yazar jî wiha got: “Ev pirsgirêk roj bi roj girantir dibe. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kirî îro li hemû qadan belav bûye. Bandorê li tevahiya civakê dike. Ev yek li dijî hiqûqa gerdûnî ye. Em hêvîdarin ku ev tecrîd bi dawî bibe. Ji tecrîdê re na.”

Piştî daxuyaniyê, girseyê govend gerand. Meşvanan, berê xwe dan navçeya Wêranşarê.