Meşa Mezin a Azadiyê: Serketin wê ya Kurdistaniyên berxwedêr be

Baskê Qersê yê Meşa Mezin a Azadiyê li Êlihê hat pêşwazîkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek peyama “Serketin wê ya Kurdistaniyên berxwedêr be” da.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 12 roj in Meşa Mezin a Azadiyê didome. Meş nêzî fînalê dibe. Beskê Qersê îro li Êlihê bû, sibe wê li Amedê be. Meşvan li cihê ketina bajêr bi coş hatin pêşwazkirin. Girseya gel meşale berdan û fîşekên hewayî teqandin.

Di çalakiyê de pankartên “Em ber bi azadiya ku rol lê ava nabe, gul na çirmisin ve dimeşin” û “Roj bilind dibe, Kurdistan azad dibe” hatin vekirin.

Girseyê li ber stranên Kurdî govend gerand û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 75 balon hatin berdana hewayê. Girse piştî pêwazîkirinê bi konvoyê derbasî navenda bajêr bû.

‘BILA DOST Û DIJMIN BIZANIN; EM Ê DEST JI RÛMETA XWE BERNEDIN’

Hevberdevkê HDK’ê û parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek wiha got: “Xeyaleke Kurd û şoreşgeran heye. Gelê Kurd bi nirxên xwe heye û wê hebe. Ev nirx jî Birêz Abdullah Ocalan e. Ev meş ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Birêz Abdullah Ocalan e. 3 sal in em agahî ji Îmraliyê nagirin. Em bang li yên ku dibêjin ev dewlet dewleta hiqûqê ye dikin; ev meş meşa edaletê ye. Her devera Kurdistanê qeyûm û goristanên komî tejî ye. Bila dost û dijmin baş bizanin ku em dest ji rûmeta xwe bernadin. Ev meş di heman demê de meşa azadiyê ye. Ev meş meşa Kemal Pîr û Hayrû Dûrmûş e. Ev meşa heqîqetê ye. Meşa Sakîne Cansiz û Aysel Doganan e. Em spasiya her kesê ku piştgirî daye vê meşê, dikin.”

Çîçek anî ziman ku xaka Kurdistanê keleha berxwedanê ye û got: “Ev meş ne dawî ye, ev destpêkek e. Bi dehan sal in em li dijî faşîzmê dimeşin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û statuya Kurdistanê pêk tê, weke bi deh hezaran em ê vê meşê bidomînin. Serketin wê ya Kurdistaniyên berxwedêr be.”