Burçun: Em ê Çewlîkê tevî gel bi rê ve bibin

Namzetê Hevşaredariya Çewlikê Aydin Burçun ê DEM Partiyê diyar kir ku wê Çewlîkê ji bo dewlemendkirina komekê nekin qurban û got, wê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin.

DEM Partî Aydin Burçun ê 51 salî dike namzet ku ji sala 2014'an ve endamê Meclîsa Şaredariya Çewlîkê ye, bi dehan sal in di nava karên partiyê de ye û bajêr baş nas dike. Burçun ji ber ku baş bi bajêr û pirsgirêkên wê zane, di mijara çareseriyê de bi îdîa ye. Li Çewlîkê ku pirsgirêka av û sergo jî heye, Burçun anî ziman ku wê bi paradîgmaya rêveberiya xwecihî ya li ser sê hîman serdemeke nû bidin destpêkirin.

Li Çewlîkê ku AKP'ê di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019'an de bi 4 hezar û 6 dengên zêde qezenç kiribû, di hilbijartinên giştî de ji sedî 38.8 ê dengan wergiritbû. HDP'ê jî ji sedî 30.4 ê dengan bi dest xistibû.

DEM Partî ji bo hilbijartinên xwecihî yên bê, Aydin Burçun li Çewlîkê dike namzet. Burçun ku sala 1973'an li Çewlîkê ji dayik bû, di salên 2014 û 2019'an de ji BDP, DBP û HDP'ê li Meclîsa Şaredariya Çewlîkê endametî kir. Burçun ku demeke dirêj di nava karên partiyê de ye, ji aliyê xelkê Çewlîkê ve ji nêz ve tê naskirin.

PARADÎGMAYA ME YA RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ ŞÊNBER E

Burçun ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku weke kevneşopiya siyasî paradîgmaya wan a li ser rêveberiyên xwecihî şênber e; li ser hîmên teknîk, gelparêz û ekolojiyê karê xwe yê şaredariyê dimeşînin.

Burçun destnîşan kir ku wê van pîvanên xwe bi biryardarî bixin meriyetê, têkildarî van mijaran komîsyon dixebite û got, "Em ê planên xwe bi ronahiya zanistiyê bi cih bînin. Komîsyona me wê di demeke nêz de karên xwe temam bike û em ê jî projeyên xwe yên şênber bi raya giştî re parve bikin. Em ê bi jinên xwe, bi ciwanên xwe, bi mirovên xwe yên aqîl, yanî em ê bi hemû dînamîkên Çewlîkê re tevbigerin, wê kes nemîne ku me xwe negihandibe wan. Wê malek nemîne ku me serdana wan nekirine, wê kolanek nemîne ku em lê nemeşiya bin."