'Gelê Êlihê wê rê nede qeyûman'

Hevserokên Êlihê yên DEM Partiyê bi bîr xist ku Êlih ew bajar e ku ji salên 1970'yî ve tevgera welatparêz lê rabû, mezin û civakî bû û gotin, "Xelkê Êlihê bi biryar e ku nehêle keleh lawaz bibe."

Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk û Songul Korkmaz şert û mercên taybet ên Êlihê û xebatên hilbijartinê nirxandin.

Tekîk diyar kir ku divê siyaseta demokratîk bi serketinê were tacîdarkirin û armanca wan azadî û wekhevî ye. Tekîk got ku ew bi vê şiyarê xwe ji hilbijartinên herêmî re amade dikin û wiha axivî: "Bi awayekî xwezayî em ê xwe ji bo hilbijartinan amade bikin. Beriya her tiştî em ê girseya xwe di aliyê moral û çalakiyan de zindî bihêlin û ji aliyê din ve jî em ê xwe bigihînin tevahiya beşên civakê. Li gorî perspektîfa neteweya demokratîk gelê me yê Ereb ên ku ji sedî deh şêniya bajarê me ne û dildarê partiyên din jî di nav de ye."

Tekîk anî ziman ku ew ê hem bi çalakiyan hem jî propagandayê xwe bigihînin gel û got ku ew ê li Êlihê mal bi mal xebatê bimeşînin û wiha pê de çû: “Helbet ji bo ku van hemûyan pêk bînin, em ê hêmanên teknîk, propaganda û xebatên weşana çapemeniyê yên di asta herî jor de bi kar bînin. Em ê heta dawiyê soz û feraseta xwe ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk bigihînin girseyên berfireh. Ji bo van hemûyan me bi hemû dost û saziyên xwe yên dost re li seranserê Êlihê komîsyon û komîsyonên taxan ava kirin."

'EM Ê LI ÊLIHÊ BIÇIN HEMÛ MALAN’

Tekîk da zanîn ku ew ê li Êlihê bêyî ku malekê jî bihêlin bixebitin û got: “Ji bo parastina sindoqên xwe ji serî heta dawiyê me amadekariyên xwe kirine. Ji bo hemû beşên civakê yên Êlihê em ê xebateke berfireh bimeşînin. Em dizanin ku Êlih wekî herêma pîlot hatiye hilbijartin. Gelê Êlihê jî vê yekê dizane û bi vî rengî nêzî mijarê dibe. Xwedîderketina gel roj bi roj mezin dibe.”

Tekîk bi lêv kir ku li Êlihê ferasetên cuda yên siyasî hene û desthilatdarî hewl dide ji xwe re qadeke siyasî biafirîne. Tekîk destnîşan kir ku hikûmet hewl dide vê pêk bîne û wiha got: “Êlih bajarekî ku têgihiştinên siyasî yên cuda û cuda tê de hene. Sîstema serdest dixwaze vê siyasetê bimeşîne û berfireh bike. Ev 45 sal in wisa ye. Êlih ji salên 70’î û vir ve bûye bajarekî ku tevgera welatparêzî lê pêşketiye, mezin bûye û civakbûye.”

‘JIYANA DEMOKRATÎK Û AŞTIYAN E’

Hevseroka Batmanê Songul Korkmaz diyar kir ku DEM Partî siyaseta jiyaneke demokratîk û aştiyane dimeşîne û wiha got: " Divê her kes bi şertê ku demokratîk û aştiyane be siyasetê bike. Di vê wateyê de em tu kesî wekî hevrik û dijmin nabînin. Êlih bingeha siyaste me ye û em ê bi têkoşîna xwe wê biparêzin û berfireh bikin.”

Korkmaz anî ziman ku li Êlihê jin girîngiyê didin hilbijartinê û diyar kir ku li dijî zîhniyeta mêran bertekek mezin heye. Korkmaz der barê keda jinan de ev tişt gotin: “Em weke jinên Êlihê girîngiyeke mezin didin vê hilbijartinê. Bi vê bawerî û îradeya xwe em ê pêvajoya hilbijartinê xurtir bikin. Di vê hilbijartinê de ji bo ku pergala hevserokatiyê bi hêztir bibe, êm e bi namzetên xwe yên jin re modeleke nû ya jiyanê ava bikin.”

‘JIN WÊ RÊ NEDIN DESTHILATDARIYA MÊR’

Korkmaz diyar kir ku li Êlihê keda jinê di xaleke girîng de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di van xebatên xwe de em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax bigerin. Em ê xwe bigihînin hemû jinan. Ji bo zindîkirina perspektîfa xwe ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê em ê têkoşîna xwe berfirehtir bikin. Em ê li dijî pergala qeyûm a li şaredariyên me yên bi serdestiya mêr ku destkeftiyên me yên jinan ji nedîtî ve tê, xeta xwe ya têkoşînê ya jinan bi serdemek nû mezin bikin û em ê bi hemû hêza xwe destkeftiyên xwe berfirehtir bikin."