Namzeta jin a Dersimê diyar bû

DEM Partî ji bo Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan diyar kir. Di tûra duyemîn a roja Yekşemê de wê hevserokê din jî diyar bibe.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) encamên pêşhilbijartinê ya hevşaredarên ku di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de ji bo Şaredariya Dêrsimê weke namzet bên diyarkirin, hatin eşkerekirin. Di tûra yekemîn de 469 delegeyan dengê xwe dan û 3 jê jin 9 namzet ketin pêşbirkê. Ji jinan Bîrsen Orhan bi 286 dengan 50+1 derbas kir û bû namzeta hevserokatiya jin.

Di nava namzetên mêr de Cevdet Konak 122 û Ugur Beycan Bayrak jî 102 deng bi dest xistin û derbasî tûra duyemîn bû.

Tûra duyemîn a dengdayînê dê sibê saet di 10:00 de bê lidarxistin.