Jin û ciwanên Ereb ên Şengalê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan

Jin û ciwanên Ereb ên Şengalê bi boneya 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan, peyama “Em ê bi şev û roj ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber xwe bidin.”

Li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku beriya 25 salan hate kirin, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Herêmên Ereb û Însiyatîfa Ciwanên Ereb ên Şengalê meşek hate organîzekirin.

Meşa ku bi sedan jin û ciwanên ji gundên Ereba beşdarî bûn, ji seytereya gundê Xelef bi dirûşmeya ‘Em ciwanên Ereb wê bibin xelek ji agir, li dora Rêber Apo’, ‘Emê azadiya fîzikî a Rêber Apo misoger bikin’ destpê kir. Meşê bi bilindkirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, aleya TAJÊ û Ciwanan, bi gotina dirûşmeyên ‘Bi can bi xwîn em bi te rene ey Serok’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ meşê heta gundê Barê dewam kir.

Livir li ser navê Însiyatîfa Ciwanên Ereb û Meclisa Jinên Ereb daxuyanî hatin dayin.
'WEK JINÊN EREB EM Ê JI BO AZADIYA RÊBER APO TÊBIKOŞIN'
Di serî de li ser navê Meclisa Jinên Ereb Fatime Mustefa daxuyanî da. Di destpêka daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Ocalan şermezar kir û wiha domand: “25 sal li ser dîlgirtina Rêber Apo ji aliyê hêzên desthildar yên navdewletî ve derbas bûne. Ev plan li ser Rêberê gelan û hemû gelên ku azadiya xwe dixazine pêk hat. Niha li tevahiya cîhanê gelên bindest li ser fikrê Rêbertî xwe rêxistin dikin û rêve dibin. Di dema ku komplo li ser Rêber Apo pêk hat di şexsê Rêbertî de azadiya jin jî hate hedefgrtin ku bi fikrê Rêbertî xwe ji koletiyê xilas dikirin.”
Di berdewamiya daxyaniyê de êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya 2014’an hate bibîrxstin û ev tişt hate gotin: “Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser herêmê de herî zêde zilm li jinê hate kirin û jin bû hedefa çeteyan ya esasî. Di vê êrişê de li ber çavê tevahiya cîhanê li ser jinên Şengalê hemû kiryarên dermirovahiyê pêk hatin. Her wiha zêdetir ji 5 hezar jinên Êzidî dîl hatin girtin û kirîn û firotin bi wan hate kirin. Ev şermek a mezin bû ji bo tevahiya Rojhilata Navîn ku jin rastî van kiryara hatin. Erdoganê faşîst ku destek dide çeteyên DAIŞ’ê, ji bo rê li ber azadiya jin û gelan bigire, tecrîda li ser Rêbertî giran dike.”
Di dawiya daxuyaniyê de Fatima balkişand ser rêxistinbûna jinên Ereb û got: “Em wek jinên Ereb ku me xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo rêxistin kiriye, bi şev û roj emê piştgiriya Rêbertî bikin û ji bo azadiya Rêber Apo a fîzikî emê li ser linganbin.”

‘EM Ê LI DORA RÊBER APO BIBIN XELEKA JI AGIR’’

Her wiha li ser navê Însiyatîfa ciwanên Ereb Hesen Eswed jî daxuyanî xwend û wiha hate ragihandin: “Girtina Rêber Apo rojek reş bû ji bo tevahiya gelên cîhanê û taybet ji bo gelê Ereb. Armanca vê Komployê ew bû ku desthildariya xwe li ser gel berdewam bikin û rê li ber azadiya civaka bigirin. Em derbasî 26 saliyê dibin ku Rêber Apo di nava girtîgeha Îmraliyê deye û rê nadin hevdîtin li gel were kirin û dengê wî dernekeve derve. Lewma emê ji bo azadiya Rêbertî bi diruşmeya ‘Kes nikare roja me tarî bike’ herdem di nava çalakiyan debin û dest ji têkoşîna xwe bernadin. Ji bo şkandina tecrîdê em wek ciwanên Ereb wê bibin xelekek ji agir derdora Rêber Apo.

Meş bi dirûşmeya ‘Bê serok jiyan nabe’ bidawî bû.