Namzetên Dersimê yên DEM Partiyê diyar bûn

Namzetên Dersimê yên DEM Partiyê bûn Bîrsen Orhan û Cevdet Konak.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê namzetên xwe yên hevşaredariya Dersimê diyar bikin, pêş hilbijartin lidar xistibû. Pêşhilbijartin bi dawî bû. Duh di tûra yekem de ji namzetên jin Bîrsen Orhan ji sedî 50’ê zêdetir deng stand û hat hilbijartin. Îro di tûra duyemîn de jî di navbera namzetên mêr de Cevdet Konak ji sedî 50’ê zêdetir deng stand û hat hilbijartin.

Di pêşhilbijartinên tûra duyemîn de ku 490 delegeyan dengê xwe dan, Cevdet Konak 333 deng, Ûgûr Beydan jî 156 deng wergirt.

Konak ê di pêşhilbijartinê de bû yekemîn, wiha got: “Soza me ji Îbrahîm Kaypakkaya û hevrêyên wî re ye. Em ê rêveberiyên herêmî ya demokratîk xurt bikin. Em ê destkeftiyên xwe yên ji aliyê qeyûm ve hatine destgirtin, car din bi dest bixin.”