'Ev meş wê rêya komara demokratîk jî veke'

Meşvanên Azadiyê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û destnîşan kirin, ku ev meş wê di heman demê de rêya komara demokratîk jî veke.

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1'ê Sibatê de destpê kir, di roja 12'an de ye. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî yên demokratîk ên li baskê Wanê yê meşê ne, li navçeya Şemrex a Mêrdînê meşa xwe dewam kirin. Meşvanan di navbera Dêrik û Şemrexê de li herêma bejahî dest bi rêwîtiya xwe kirin. Meşvanan demekê govend gerandin û piştre derbasî nava bajêr bûn.

Meşvan li rawestgeheke petrolê ya li bajêr bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin. Di nava girseya gel de hejmara jinan gelek bû. Gelek kes bi kincên neteweyî tevlî pêşwazîkirinê bûn. Girseya gel qurnefîl da meşvanan û demeke dirêj govend gerand.

Meşvan piştre tevî girseya gel heta qada bajêr meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin qîrîn. Li ser rêya meşvanan girseya gel bi nîşaneya serketinê û çepikan meşvan pêşwazî kirin.

'DEMA AZADIYÊ YE'

Parlamentera Mersînê ya DEM Partiyê Perîhan Koca di meşê de axivî û got, "Ji bo aştiyeke mayinde, wekhevî û azadiyê dimeşin. Ev meş li dijî tarîtiyê meşa vekirina rêya komara demokratîk e. Ji ber vê yekê meşa qewirandina tarîtiyê ye, peydakirina rêyeke nû ye. Meşa diyarkirina çarenûsa gelê Kurd e. Meşa 'Êdî bes e' ya dayikên aştiyê ye. Meşa gelê Kurd e ku berdêlên herî giran daye."

Perîhan Koca bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û Tirkiyeyê û got, "Silav ji berxwedêrên greva birçîbûnê re ku hewl didin bibin deng ji aştiyê re. Silav ji Nobeda Edaletê re ku bi pêşengiya Dayikên Aştiyê tê meşandin. Em ê aştiyê bi hev re ava bikin."

Namzetên Hevşaredariya Şemrexê ya DEM Partiyê Hamdîn Demîr û Kûdret Ûçûk jî meşvan silav kirin û gotin, ""Heta ku ev pirsgirêk bê çareserkirin meş wê dewam bike. Dem dema azadiyê ye."

Rawestgeha meşvanan navçeya Xana Axpar a Amedê ye.