Li Wanê 5 kes hatin binçavkirin

Li Wanê di serdegirtina polîsan de 5 ciwan hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Wanê de li taxa Koyîçî ya navçeya Artemêtê polîsan avêtin ser gelek malan.

Di serdegirtinan de Amed Teke, Mûhammet Yûsûf Demîr, Kasim Moho, Polat Moho û Sîmar Işik hatin binçavkirin.

5 ciwanên ku hinceta binçavkirina wan nehate zanîn birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.