Meşvanên Azadiyê li Sêrtê bi coş hatin pêşwazîkirin

Baskê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ yê Qersê li navenda Sêrtê bi coş hate pêşwazîkirin.

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, gihişt Sêrtê. Meşvan, di saetên serê sibehê de çûn navçeya Ziyaretê. Piştî ziyareta turbeyê, li navçeyê meş hat lidarxistin. Meş, bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat lidarxistin û Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Arslan wiha got: “Tecrîd bandorê li tevahiya jiyana me dike. Heta ku ev tecrîd ranebe dê ne krîzên aborî ne jî yên din bi dawî nebin. Ji bo ev krîz bi dawî bibin û gelê me bi aramî bijî em vê meşê lidar dixin.”

Meşvan, piştre jî derbasî Newala Qesaban ku goristana komî lê ye. Kesên di gora komî de hatin bibîranîn. Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Erdogan bertek nîşanî avakirina avahiyan a li Newala Qesaban da.

Salih Kuday jî wiha got: “Em li gelek cihên ku êş lê hatine kişandin geriyan. Xwezî ev êş bi me nedabûna kişandin û em jî mecbûr nemabûna ku li van deveran bigerin. Kirin ku dayik bi hesreta dîtina parçeyeke hestiyê zarokên xwe bijîn. Dema dayikek li hestiyên zarokê xwe digere, hestiyên 8 kesên cuda hatin dîtin. Wê dayikê digot ji vir bêhna zarokê min tê. Ne tenê zarokê wê dayikê, gorên nêzî 400 kesan li vir in. Niha jî dixwazin li ser van hestiyan vîlayan ava bikin. Dawiya vê zîhniyeta dixwaze van avahiyan li vir ava bike nêz e. Ne tenê ji kesên kuştin, ji dayikên wan jî tolê dihilînin. Ji gorên me jî ditirsin.”

Aslan a DEM Partiyî helbesta zanyarê Kurd Mûsa Anter a ji bo Newala Qesaban nivîsandî xwend. Li cihê newalê dirûşma “Şehîd namrin” hatin berzkirin û beşdaran qurnefîl danîn wir. Di bîranînê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kevok hatin berdan.

Meşvan piştre jî derbasî navenda Sêrtê bûn. Li vir bi sedan kes tevlî meşvanan bûn.

Piştre jî meşvan derbasî navenda Sêrtê bûn. Meşvan li vir jî bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Girseyê pankarta “Sêrt meşa azadiyê silav dike” vekir û heta avahiya DEM Partiyê meş lidar xist. Dayikên laçikên spî girê dayîn di pêşiya meşê de cih girtin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

Welatiyên li derdorê jî bi çepik û dirûşman piştgirî dan. Piştî meşa bicoş, li pêşiya avahiya partiyê govend hate gerandin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun li vir axivî û wiha got: “Gelê Sêrtê ji bo azadiya gelê Kurd û birêz Ocalan li ser pêyan e. Dengê ewil ê ji bo maf û azadiya gelê Kurd ji Sêrtê bilind bû. We nîşanî her kesî da ku pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd e û muxatab jî birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Abdullah Ocalan 25 sal berê anîn Tirkiyeyê. Gotin qey dê ev pirsgirêk tune bibe lê xelas nebû. Birêz Ocalan ev 25 sal in li ber xwe dide. Dewletê nekarî vê pêk bîne lewma îro tecrîdê ferz dike. Ev tecrîd, şer, xizanî û qirkirina xwezayê ji bo wê ye ku berê gelan bidin hev. Aştî, di deng û gotina birêz Abdullah Ocalan de veşarî ye. Qasidê aştiyê, birêz Ocalan e.”

Uçar, axaftina xwe wiha qedand: “Encama vê meşê dê bibe azadî û ev azadî azadiya me tevan e. Ji bo we tevan serkeftinê dixwazim.”

Piştre jî li avahiya partiyê beşên nivîsên Abdullah Ocalan hatin xwendin.