Ji ber serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' cezayê darvekirinê li meleyekî Kurd hate birîn

Dadgeha dewleta Îranê ji ber ku piştgirî da serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' cezayê darvekirinê li meleyekî Kurd birî.

Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê, Dadgeha Urmiyeyê cezayê darvekirinê li meleyê Kurd Mihemed Xizir Nejad (45) yê xelkê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê biriye.

Heman çavkaniyê ragihand ku cezayê darvekirinê ji ber piştgiriya mele Mihemed a ji bo serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ lê hatiye birîn.

Mele Mihemed Xizir dema di taziyeya Esed Rehîmyan ku yek ji kesên di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jiyana xwe ji dest dabû, axivîbû û piştre hatibû binçavkirin. Mele Mihemed salek zêdetire di girtîgehê de bû. Mele Mihemed gelek caran bi peyamên cûda piştgiriya xwe ya ji bo serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ anîbû ziman.