Meşvanên Azadiyê li Bismilê bi coş hatin pêşwazîkirin

Milê Qersê yê "Meşa Azadiyê ya Mezin" gihaşt navçeya Bismilê ya Amedê. Meşvanên ku li kuçe û kolanên navçeyê meşiyan, armanca meşê vegotin.

Milê Qersê yê "Meşa Azadiyê ya Mezin" ku 12 roj in bi beşdariya siyasetmedar û rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd didome, gihaşt navçeya Bismilê ya Amedê. Meşvan li kolana herî qelebalix a navçeyê peya bûn û bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bimre koletî, bijî azadî" li ser rê meşiyan. Ji ber ku nehat hiştin meşvan û girse li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê bên cem hev, parlementer li kolanên navçeyê meşiyan û bi hoparlora seyyar armanca meşê vegotin. Meşa li kuçe û kolanên navçeyê 3 saetan dewam kir.

Gava meşvan li nava navçeyê meşiyan welatiyan jî dişaneşîn û paceyên xwe de bi nîşaneya seerketinê û tilîliyan piştgiriya xwe dan der.

Dayik jî qurnefîl û kulîlk danîn kuçe û kolanên ku meşvan di wan de meşiyan. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li vir axivî. Ûçarê armanca meşê vegot û destnîşan kir ku heya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe dê meşa wan bidome.

Ûçarê da zanîn ku dê meşa wan bidome û hemû gel vexwand hevdîtina ku dê sibê li Amedê çêbibe.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.