Salîha Aydenîz: Ev meş ji zû ve ye gihîştiye armanca xwe

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz işaret bi xwedîderketina gel a li Meşa Azadiyê kir û got, "Ji ber vê yekê ev meş ji zû ve ye gihîştiye armanca xwe. Gelê me ji vê yekê bawer dike."

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1'ê Sibatê de li Wan û Qersê destpê kir, di roja 10'an de ye. Meşvan li her bajarî bi tilîlî, çepik û dirûşman têne pêşwazîkirin. Meş li gel dorpêçî û zexta polîsan bi coşeke mezin dewam dike. Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz ku li baskê Wanê yê meşê ye, li ser meşê axivî.

NAVNÎŞANA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD ÎMRALI YE

Salîha Aydenîz ragihand ku yekane navnîşana çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Îmrali ye û bi bîr xist ku ji bo dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were di 1'ê Sibatê de wan dest bi meşê kirin. Aydenîz got, "Ev meş meşeke welê nîne ku hinekan bi serê xwe dane destpêkirin. Niha li girtîgehan bi dehan girtî di greva birçîbûnê de ne, dayik di Nobeda Edaletê de ne, li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê meş têne lidarxistin. Yanî gelê Kurd û dostên wan li dijî tecrîdê rabûne ser piyan. Îro li gelek deverên cîhanê, her kesên ku felsefe, îdeolojî, perspektîfa çareseriyê û baweriya Birêz Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê girîng dibînin, ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan çalakiyan dikin. Meşa me jî di vê çarçoveyê de ye."

GEL JI DIL XWEDÎ LI MEŞÊ DERDIKEVE

Aydenîz anî ziman ku di 1'ê Sibatê de wan li Wan û Qersê dest bi meşê kirin û li her cihî bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin. Aydenîz diyar kir ku li navçe, gund û taxan digerin û got, "Li her deverê gel bi hêviyeke mezin me pêşwazî dike. Em piştî vê pêşwaziyê meşa xwe dewam dikin. Li her deverê em gora kesayetên naskirî yên wê derê, cihên dîrokî ziyaret dikin û daxuyaniyê didin çapemeniyê. Kesên ku em hevdîtinê bi wan re dikin dibêjin ku ew meşê dişopînin û jê kêfxweş in. Em fêhm dikin ku gelê me li benda vê bû. Yanî li benda pêngavekê bû. Me jî bi çalakî û meşa xwe li dijî tecrîdê gavek avêt, dest bi pêngavekê kir. Gel ji dil ve xwedî li vê meşê û çalakiyên li dijî tecrîdê derdikeve."

DIYARÎ TÊNE DAYIN KU EM BIGIHÎNIN ÎMRALIYÊ

Aydenîz bi dewamî got, "Mirov gore û lepikên bi xwe çêkirine, zarok pêlîstokên xwe, hinek jî alavên xwe yên taybet, diyariyan didin me ku em bigihînin Îmraliyê. Ji ber vê yekê ev meşa me ji zû ve ye gihîştiye armanca xwe. Birêz Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd perspektîfeke çareseriyê daniye holê. Rastiyeke sîstemê heye ku îro veguheriye krîz û kaosê. Ev sîstem tê wateya komkujî, şer û polîtîkaya tunehesibandinê. Lê belê perspektîfa ku Birêz Ocalan daniye holê ji bo gelan, jinan, baweriyan û ciwanan sîstemeke ji rêveberî û jiyaneke hevpar e. Rojava mînaka dawî ya vê yekê ye. Çareseriya krîzan hemûyan misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan û hevdîtina bi wî re ye. Gelê me ji vê yekê bawer dike, lewma ev meş digihêje armanca xwe û civakî dibe."