BI DÎMEN

Li Şengalê komxebata ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir

Ji ber salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li Şengalê bi pêşengiya jinên Êzidî û Ereb ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatekê destpê kir.

Komxebata ku Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Jinên Ereb ên li Şengalê pêşengiyê jê re dikin, bi dirûşma "Ji faşîzm û tecrîdê re êdî bes e" tê lidarxistin. Ji tevahiya Şengalê 160 jinên Êzidî û Ereb tevlî komxebatê bûn. Komxebatê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya jinê û 74 fermanan destpê kir.

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî û şervanên YJŞ'ê jî beşdarî komxebata bi dirûşma 'Bi Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin' bûn.

Li salona komxebatê wêne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi dirûşmeya, ‘Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Şengalê re Xweserî’ û ‘Ji Faşîzim û Tecrîdê re Êdî bese’ hatin daliqandin. 

Ji Iraqê jî gelek jinên aktîvîst û endamên saziyên medenî yên Iraqê beşdarê komxebatê bûn. Ji wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Şehrezad Qasim Xelef, ji parêzgeha Mîsanê Rojnamevan Îmen Qasim, ji Nasiriyê  Seroka Rêxistinên Sivîl Xemayî El-Ziyadî, ji Mesawe aktîvîst Nûr Şemarî, ji Besrayê aktîvîst Leyla Şerîfî û Bidûr Cerah beşdarin. 

Di destpêka komxebatê de Berdevka TAJÊ Rîham Hico axivî û bixêrhatina mêvanan kir.

Rîham Hico beriya dest bi axaftina xwe bike, komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd hate kirin şermezar kir û got, "Em bi xêrhatina hemû beşdar û mêvanên xwe yên hêja dikin  û bi taybet em  bi xêrhatina mêvanên xwe  yên ku ji Bexda, Musil, Kerbela, Mîsan, Necef, Nasiriya, Dîqar û herêmê sînorî ji Medîban bigire heta bi Hesawîkê dikin. Armanca me lidarxistina vê komxebatê  bi dirûşma 'Bi jin jiyan azadî em ê azadiya fîzîkî Abdullah Ocalan misoger bikin ew e ku komploya li ser Rêberê gelan têk bibin."

Rîham Hico diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hêzên komloger hewl didin civakê qir bikin, nehêlin pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bêne çareserkirin û got, "Mifteya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê Rêber Apo ye. Fikrê Rêber Apo rê li ber planên wan digire û nahêle bigihêje armanca xwe. Neteweya demokratîk û paradîgmaya azadiya jinê, hezkirina gelan û neteweyan e. Wekheviya jin û mêr e. Ji bo wê xwestin bi komployê Rêber Apo bidin aliyekî, heta karibin berjewendiyên xwe li herêmê bi cih bînin."

'BÊDENGÎ TÊ WATEYA HEVKARIYÊ'

Rîham Hico anî ziman ku ji roja komployê û vir ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê di nava sîstemek êşkenceyê de 25 sal in tê ragirtin û got, "Sê sal in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Ji rewşa ku li Îmraliyê diqewime di serî de CPT hemû dewletên navneteweyî yên pêwendîdar berpirsyar in. Bêdengiya dewletan a li hemberî vê êşkenceyê tê wateya hevkariya bi êşkenceyê."

Rîham Hico bal kişand ser girîngiya fêhmkirin û têgihiştina fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Belavkirina vî fikrî erka me jinan e. Heta Rêber Apo azad nebe em ê di nava têkoşînê de bin. Em bang li jinên Êzidî û jinên Iraqî dikin ku ji bo azadiya xwe û azadiya Rêber Apo yekîtiya xwe xurt bikin, têkoşîneke hevpar bimeşînin."

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen jî komplo şermezar kir û got, "Di şexsê Rêber Apo de xwestin civaka Rojhilata Navîn û gelên vê herêmê tune bikin. Lê fikra neteweya demokratîk a xwe dispêre fikrê Rêber Apo rê li ber hemû planên wan girt."

Riham Hesen bal kişand ser têkoşîna li dijî komployê û bi bîr xist ku ji roja dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vir ve gelê Kurd li ser piyan e.

Riham Hesen destnîşan kir ku li gorî qanûnên navneteweyî divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îsal azad bibe û got, "Lê belê dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazên xwe hewl dide pêşî li vê yekê bigire û Rêberê me li zindanê bihêle. Lê em li vir dibêjin, her kêliya jiyana me bi Rêberê me re ye. Em ê ti carî rê nedin dagirkeran ku wan firsendan bi dest bixin."

Di komxebatê de sînevîzyonek li ser perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.

Komxebata ku ji aliyê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Şengalî ve tê birêvebirin wê heta danê êvarê dewam bike.

Di komxebatê de wê 4 semîner bêne lidarxistin.

Li ser navê TAJÊ Lava Şengalî, li ser navê Meclîsa Jinên Ereb Fatma Mistefa, li ser navê YJŞ’ê Aven Tekoşer û li ser navê Jinên Ciwan Avesta Êzidî, li ser navê mêvanên ji Iraqê hatine jî Bidûr ElCerah bi axivin. 

Piştî semîneran wê li ser nêrîn û pêşniyarên ji komxebatê derbikeve, encamnameya komxebatê were eşkerekirin û ji raya giştî re were parvekirin.