Amedsporê li sehaya xwe Uşakspor 8-0 têk bir

Di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de Amedspor îro li sehaya xwe bi Uşaksporê re lîst û bi 8 golan Uşaksporê têk bir.

Di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de Amedspor îro li sehaya xwe bi Uşaksporê re lîst. Bi hezaran alîgirên Amedsporê maç temaşe kirin û tîma xwe bi tenê nehiştin. Amesporê bi tempoyeke bilind dest bi maçê kir û di deqeyên 11’emîn û 14’emîn de bi golên Îsmaîl Uysal 2-0 kete pêşiya Uşaksporê.

Uysal, di deqeya 28’an de seqet bû û Yakal Taylan li şûna wî kete lîstikê. Amedsporê ku di 45 deqeyên ewil de her tim li qada reqîbê xwe lîst, ev beşa maçê 2-0 temam kir.

Amesporê tempoya xwe zêde ya beşa ewil maçê di vê beşê de jî domand. Di deqeyên 54 û 57’an bi golên Çekdar Orhan re ferq derxist 4 golan. Di deqeya 61’an de jî bi gola Yakal Taylan ferqa heyî hêj zêdetir kir. Di deqeya 80’an maçê de bi gola Velî Çetîn re skora maçê bû 6-0.

Di maçê de coşeke mezin a alîgirên Amedsporê hebû û di deqeya 88’emîn a maçê de Amesporê bi gola Yakal Taylan re ferq derxist 7’an. Gola herî dawî ya maçê jî di deqeya 90+2’yan de ji hêla Mert Çapar ve hate avêtin.

Bi serkeftinê re Amedsporê puanên xwe derxist 50’an û cihê xwe yê di rêza 2’yemîn de parast.