Em ê pirsgirêkên Êlihê bi hev re çareser bikin

Namzeta Hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk a ji DEM Partiyê got, "Em ê hemû beşên civakê yên ji nedîtî ve hatine li hev kom bikin, bi hev re pirsgirêkan nîqaş bikin û rêbazên çareseriyê peyda bikin."

Namzeta Hevserokatiyê Gulistan Sonuk anî ziman ku wê li Êlihê bibin şaredariya her kesî, xizaniya jinê ji holê rakin û li her qada şaredariyê temsîliyeta wekhev bixin meriyetê.

Li Êlihê HDP di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019'an de bi rêjeya ji sedî 66,03 bû partiya yekemîn û şaredarî qezenç kir. Namzetê AKP'ê ji sedî 28,55 ê dengan wergirt. Desthilatdariya AKP-MHP'ê salek piştî hilbijartinê di 23'ê Adara 2020'î de bi rengekî bêhiqûqî qeyûm danî ser Şaredariya Êlihê û îradeya gel tune hesiband. Par di hilbijartinên giştî de Partiya Çep a Kesk ji sedî 59.29 ê dengan wergirt û li Êlihê bû partiya yekemîn. AKP'ê jî tevî hemû hîleyan ji sedî 28 ê dengan wergirt. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê bi pêşhilbijartinê hatin diyarkirin. Namzetên Hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û Mehdî Oztuzun e. Namzet Sonuk têkildarî girîngiya Êlihê û karên xwe ji ANF'ê re axivî.

EM Ê BI HEV RE ÇARESER BIKIN

Sonuk anî ziman ku ew ê maleke Êlihê nehêlin ku neçûne serdanê û got, "Di serî de jin û ciwan em ê bi hemû kesên ku daxwazên wan ji nedîtî ve tên û li wan nayê guhdarîkirin bicivin, pirsgirêkan nîqaş bikin û bi hev re rêbazên çareseriyê peyda bikin."

Sonuk bi bîr xist ku Êlih ji salên 1990'î heta 2000'î weke bajarekî bi kuştin û tundiya li jinê dihate bîranîn û got, "Bi rêveberiyên xwecihî yên demokratîk re Êlih bû bajarekî jinê û têkoşîna jinê li her qada jiyan di asta pêşengiyê de dewam kir. Lê belê ji sala 2016'an û pê ve piştî ku bajarê me bi dagirkeriya qeyûm hate desteserkirin, mixabin êrîşên li dijî destketiyên jinan giran bûn û saziyên jinan hatin girtin."

DEWAMIYA REJÎMA YEK ŞEXSÎ

Sonuk ragihand ku qeyûm jinan bi temamî îzole dikin û got, "Bi tayînkirina qeyûman re rejîma yek şexsî li nava rêveberiyên xwecihî jî hate belavkirin û jinan nekarîn sûdê ji xizmetên şaredariyê bibînin. Karên hatin kirin jî ji bo rant û mêr bûn. Dema ku me ya xwe ji wan stand em ê destpêkê saziyên jinan ji mejiyê mêr paqij bikin. Em ê saziyên xwe careke din bi fikrê jinê bixebitînin."

EM Ê BIBIN ŞAREDARIYA HEMÛ ZINDIYAN

Sonuk destnîşan kir ku li Êlihê ew ê bibin şaredariya hemû zindiyan û got, "Piştgiriya bi jinên mexdûrên tundiyê bêguman gelekî hêja ye, lê belê em dixwazin ku ji bo tunekirina tundiyê civakeke polîtîk û exlaqî ya demokratîk ava bikin. Ji bo xizaniya jinê ji holê rake em ê temsîliyeta wekhev li her qada şaredariyê bixin meriyetê. Em ê vê yekê jî bi pêşniyarên çareseriyê yên jinan, bi rêxistinên jinan, bi jinên li malan û kolanan em ê vê bikin."