‘Em dikarin baxçeyekî ku her kesî hembêz bike ava bikin’

Bîdûr El Cerah a aktîvîsta ji Bexdayê di ‘’Komxebata ji Rêber Apo re Azadî’’ de ku li Şengalê hate lidarxistin, bal kişand ser tekoşîn û deskeftiyên jinên Êzidî û got: ‘’Em dikarin baxçeyekî ku her kesî hembêz dike ava bikin.’’

Li Şengalê bi pêşengtiya TAJÊ û Meclîsa Jinên Ereb  ‘’Komxebata ji Rêber Apo re Azadî’’ hate organîzekirin.

Bidûr El Cerah ji Bexdayê hat û beşdarî komxebatê bû. Aktîvîstê anî ziman ku ew li hember asta jinên Êzidî û pergala li Şengalê matmayî maye.

El Cerahê got: ‘’Tevî ku li Şengalê gelek gorên komî jî  hene, we kariye hûn civakeke azad û bihêz ava bikin.’’

El Cerahê di axaftina xwe de bal kişand qirkirinên li ser Êzidîyan û ev yek anîn ziman: ‘’Gelê me bi dehsalan e tê qetilkirin lê belê hê jî dikare hêz û hêviyê li derdora xwe belav bike. Tevî ku li ser xaka we gelek gorên komî jî  hene, we kariye hûn civakeke azad ava bikin.’’

Bîrûh El Cerahê bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelên herêmê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘’Çawa ku li Rojhilata Navîn bi dehan mezheb,bawerî û gelên cuda hene, em dikarin, li şûna her çiqilên zeytûnê ku ji çiqilê xwe hatiye jêkirin, baxçeyekî ku her kesî hembêz dike ava bikin. Roja pîroz, însanên pîroz hildibijêre. Êzidîtî  baweriyeke wisa ye ku hemû rengên jiyanê hembêz dike. Ez we bi rêzdarî silav dikim.’’

Komxebat bi tevlîbûna TAJÊ, YJŞ, Jinên ciwan û Ereb berdewam dike.