Meşvanên Azadiyê Eşref Anyik li ser gora wî bi bîr anîn

Meşvanên Azadiyê, Eşref Anyik ê yek çaran ku li Zindana Amedê bedena xwe da ber agir, li ser gora wî bi bîr anî û got: “Ew agirê wan vêxistiye, heta ku bigihe armanca xwe wê bidome.”

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd “Meşa Mezin a Azadiyê dan destpêkirin, li navçeya Wêranşar a Rihayê piştî meşê hin serdan kirin. 

Meşvanên Azadiyê ewilî serdana gora Eşref Anyık ê li Girtîgeha bi Hejmara 5’an a Amedê (Zindana Amedê) di 17’ê gulana 1982’yan de bi Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn û Necmî Oner yên bedena xwe da ber agir weke “Çaran” derbasî dîrokê bûn, kirin. Şandeya ku ji bo Eşref Anyık ê li ser gora wî ‘Em jiyanê qasî ku ji bo wê bimirin jê hez dikin” dinivîsî dua kirin, qurnefîl danîn ser gora wî.

AZADIYA ABDULLAH OCALAN

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, bi lêv kir ku bi 75 kesan dest bi meşa azadiyê kirin û got: “Her cihê ku em çûnê em zêdetir û mezintir bûn. Weke 75 meşvanên azadiyê ji bo herkesê meşiyan. Di roja 11’emîn a meşê de em li Wêranşar a Rihayê li ser gora heval Eşref Anyik in. Di şevekê de agirê çaran vêxistin. Îro ew agirê wan pêxistiye berdewam dike. Dema wan laşê xwe da ber agir, peyamek li pey xwe hiştibû û gotibûn ku ‘Em hevrêyên heval Mazlûm in, çalakiya me berdewama çalakiya wan e’. Em jî hevrêyên çaran û Mazlûman e. Agirê wan vêxistî îro bi çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di zindanê de, bi Nobeta Edaletê ya dayikan didome. Em jî dibêjin ku ew agirê wan vêxistiye heta ku bigihe armanca xwe dê berdewam bike. Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad bibe dê berdewam bike.”

SERDANA GIRTIYÊN 30 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MANE KIRIN 

Piştî serdana gorê Tahîr Temel ê piştî 30 salan di 19’ê çileyê de ji Girtîgeha Depê ya Xarpêtê hate berdan, li mala wî hate ziyaretkirin. Temel ê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îşaret bi wate û girîngiya meşê kir û daxwaza serkeftinê ji şandeyê re kir. 

Şande pişt re Eyup Gul ê piştî 26 salan di Tîrmeha 2019’an de ji Girtîgeha Karabukê hate berdan li mala wî ziyaret kir. Gul jî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike û diyar kir ku divê xwedî derketin berdewam bike.