HILBIJARTINÊN XWECIHÎ 2024
Hemû Nûçe
-
Şaredariyên li Kurdistanê yên hatin desteserkirin
Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi dengên leşker û polîsan herî kêm 12 şaredariyên bajar û navçeyan ên li Kurdistanê desteser kir. -
75 şaredariyên ku DEM Partiyê bi dest xistiye
Li gorî encamên nefermî, DEM Partiyê 75 şaredarî bi dest xistin ku 3 ji wan bajarên mezin in û 7 jî bajar in. -
Li Xelfetiyê serketina hilbijartinê diyarî Abdullah Ocalan hate kirin
DEM Partiyê serketina li Xelfetiyê heta derengî şevê pîroz kir. -
Li Êlihê felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' bi ser ket
Bi beşdariya deh hezaran kesî serketina DEM Partiyê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin. Hevşdaredara Êlihê ya DEM Partiyê Gulistan Sonuk xitabî gel kir û got: “Li dijî zîhniyeta DAÎŞ'ê felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî bi ser ket.” -
Bayindir: Em rê nadin faşîzma AKP'ê û MHP’ê îradeya gelê Şirnexê xesp bike
Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindir ku encamên hilbijartinê ji Şirnexê dişopîne, anî ziman ku ew ê destûr nedin faşîzma AKP û MHP’a ku dixwaze bi veguhestina dora 10 hezaran dengên îradeya gelê Şirnexê xesp bike. -
Li Esenyûrtê serketina ‘Lihevkirina bajêr’
Li Esenyûrtê ji sedî 99’ê sindoqan hatin vekirin û namzedê CHP’ê Ahmet Ozer ê ku di çarçoveya "lihevkirina bajêr" de DEM Partiyê piştgiriya wî kir, bû yekemîn. -
Li Kurdistanê DEM’a gel e
Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de DEM Partî 3 bajarên mezin, 10 bajar û gelek şaredariyên navçeyên Kurdistanê bi dest xist. Gelê Kurdistanê li ser sindoqên rejîma qeyûman veşartin. -
Mêrdînê serketina xwe bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ pîroz kir
DEM Partiyê ji bilî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Artûklû û Kerboranê yên di destê AKP’ê de jî bi dest xistin. Gelê Mêrdînê serketina xwe bi dirûşma “Bijî Serok Apo” pîroz kir. -
Hilbijartinên xwecihî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê
Li Kurdistan û Tirkiyeyê, li 81 bajar, 973 navçe û 390 bajarokan hilbijartinên xwecihî pêk hatin. Kar û barê dengdayînê bi dawî bû, niha deng tên hejmartin. -
AKP'ê li Çinarê bi 2 milyonî deng kirî
AKP'ê li 4 gundên Çinarê hezar û 200 deng bi 2 milyon lîreyî kir. -
Tulay Hatîmogullari: Bi awayekî rêxistinkirî sindoqan biparêzin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari got, "Em tenê dengên xwe dernexin. Werin em bi hev re li dijî dizên dengan, dizên sindoqan û yên ku siyaseta qeyûman dimeşînin, sindoqan bi rêxistinî biparêzin." -
Mîtînga Milazgirê: Divê gelê me îradeya xwe li ser sindoqan nîşan bide
Di axaftinên li Mîtînga Milazgirê ya DEM Partiyê hatin kirin de, banga deng dayînê li gel hate kirin û hate destnîşankirin ku şaredariyên hatine desteserkirin, wê bi ser bikevin. -
Serokê Şaxa Emeklî-Senê: Em ê sibehî desthilatdariyê ‘teqawid’ bikin, çareserî DEM Partî ye
Serokê Şaxa Wanê ya Emeklî-Senê Tîmûr Sayyîgît got: ‘’Em ê sibehî derseke baş bidin yên ku me tune dihesibînin û em ê wan teqawîd bikin. Çareserî DEM Partî ye.’’ -
DEM Partî: Em banga xwedî derketina li sindoqan dikin
Li Amed û Êlihê fînala xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê bi konvoya bi sedan wesayîtan hate kirin. Partiyê banga deng dayînê û xwedî derketina li sindoqan kir. -
Di mîtînga li Qulpê de bang: Em xwedî li sindoqan derkevin
Bi sedan jin û ciwan beşdarî mîtînga ku li Qulpê hate lidarxistin bûn. Di mîtîngê de banga xwedîderketina li sindoqê hat kirin. -
Sakik: Bi veguheztina leşker-polîsan dixwazin îradeyê desteser bikin, em bêdeng nemînin
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik bal kişand ser polîs û leşkerên ku weke hilbijêr tên veguheztin û bang li her kesê kir ku li dijî yên dixwazin îradeya gel desteser bikin, bêdeng nemînin. -
DEM Partî wê bi hezaran wezîfedaran re sindoqan biparêze
DEM Partî wê sibe di hilbijartinên xwecihî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê de, bi hezaran wezîfedaran re sindoqan biparêze. -
FEDA, ADEF û DÎK: Dengê xwe bidin Tifaqa Bajêr a Dersimê
FEDA, ADEF û DÎK’ê têkildarî hilbijartinên xwecihî ku wê sibe, yanî roja Yekşemê bên lidarxistin daxuyaniyeke hevpar dan û bang li her kesê kirin ku dengê xwe bidin Tifaqa Bajêr a Dersimê. -
‘Em ê biçin şaredariyên xwe bigirin, em dengên xwe biparêzin’
Namzeta Hevşaredariya Depê Songul Dûzgûn got, "Em ê di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan û şaredariyên xwe bi dest bixin. Divê hemû gelê me li ser sindoqan dengên xwe biparêzin.” -
Komeleya Hevkarî Çand û Perwerdehiyê ya Şêx Seîd: Divê li dijî qeyûman helwest bê nîşandan
Komeleya Hevkarî Çand û Perwerdehiyê ya Şêx Seîd got: ‘’Ev hilbijartin li dijî pergala qeyûman mînakeke helwestnîşandanê ye û wê helwesta gel a li dijî şerê berdewam dike jî diyar bike.’’ -
‘Divê gelê me xwedî li sindoqan û îradeya xwe derbikeve’
Hevserokê Dersimê yê DEM Partiyê Ozcan Gurtaş bang li gel kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet û asîmîlasyonê sindoqan biparêzin û xwedî lê derkevin. -
Nebahat Çalpan: Namzedbûna Gultan Kişanakê ji bo Enqereyê bû hêvî
Berdevka Jinan a DEM Partiyê ya Enqereyê Nebahat Çalpanê anî ziman ku namzedbûna Gultan Kişanakê ku ev 7 sal in dîl tê girtin, di serî de ji bo jinan û ji bo gelek kesan li Enqereyê bûye hêviyek û got: ‘Divê gel bibe dengê Kişanakê.’’ -
Baydemîr ji bo DEM’ê bang li gelê Bedlîsê kir
Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr bang li gelê Bedlîs û navçeyên wê kir ku li dora DEM Partiyê bibin yek û got: "Em careke din biçin ser sindoqan û dengê xwe bi xwe bidin bihîstin." -
Li Nisêbînê şahiya gel: Em ê dîsa şaredariya xwe bi rê ve bibin
Namzeta Hevşaredariyê ya Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan di şahiya gel a li Nisêbînê de axivî û got: "Em ê Nisêbînê bi hev re, mil bi mil vegerînin rojên berê, em ê dîsa Nisêbîna Rengîn bikin." -
DEM Partiyê serdana gundên Badîna û Şabana kirin
Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk, parlamenter û endamên partiyê serdana gundên Badîna û Şabana kirin.