Di mîtînga li Qulpê de bang: Em xwedî li sindoqan derkevin

Bi sedan jin û ciwan beşdarî mîtînga ku li Qulpê hate lidarxistin bûn. Di mîtîngê de banga xwedîderketina li sindoqê hat kirin.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Rêxistina navçeya Qulpê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navenda navçeyê mitîngek lidar xist. Bi sedan jin û ciwan beşdarî mitîngê bûn. Jin û ciwanan bi cil û bergên xwe yên neteweyî û şalên bi rengên zer, sor û kesk beşdarî mîtîngê bûn.

Beşdarên mitîngê demeke dirêj li gel stranên Kurdî û Tirkî govend gerandin. Parlamenterê DEM Partî yê Îdirê Yilmaz Hun, namzetê hevşaredariya Îdirê Mehmet Nûrî Guneş, namzetên hevşaredariya Qulpê Îsmet Îlkûtlû û Kader Yîgîtalp jî tevlî mîtîngê bûn.

Kader Yîgîtalp, di bernameya partiya xwe de behsa sîstema hevserokatiyê kir. Piştre jî Îlkûtlû axivî û bal kişand ser gendeliyên serokê şaredariyê yê AKP'yî.

Namzetê hevşaredariya Îdirê Mehmet Nûrî Guneş ku piştre mafê axaftinê girt wiha got, "Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin. Xwedî lê derkevin.” Guneş piştre ji bo hilbijartinên sibê banga xwedîderketina li sindoqan kir û got ku divê gel heta dengdan biqede li ber dibistanan bisekinin.

GIRTÎ HATIN SILAVKIRIN

Piştre Yilmaz Hun axivî û got ku li Qulpê gelê Kurd û Azerî di nava hev de bi awayekî aram dijîn. Hun, her wiha bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin ku 120 roj in didome û girtiyan silav kir.