BI DÎMEN

DEM Partiyê serdana gundên Badîna û Şabana kirin

Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk, parlamenter û endamên partiyê serdana gundên Badîna û Şabana kirin.

hilbijartinên xwecihî

Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Mêrdînê bi şev û roj berdewam dikin. Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Turk, Parlementera Mêrdînê Salîha Aydenîz, Namzeta Hevşaredariyê ya Qoserê Hamdiye Turgay û rêveberên DEM Partiyê di çarçoveya hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de gundên Badîna yên navçeya Qoserê û gundên Şabana yên navçeya Dêrikê ziyaret kirin.

Namzetên DEM Partiyê yên ku li qada gund bi gel re hatin ba hev, ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hatin. Li vir namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk axivî. Turk diyar kir ku ji bo çûyîna qeyûman seetên dawî ne û 8 sal in xizmetê ji gel re nekirine û şêniyên gund ji xizmetê mehrûm mane.

Turk anî ziman ku ji roja dest bi wezîfeyê kirine û vir ve ew ê xizmetên xwe ji cihê ku lê hiştibûn bidomînin û got ku îradeya gel wê di 31'ê Adarê de li ser sindoqan derkeve holê.

Şandeyê piştre serdana nexweşxaneyê kirin.