BI DÎMEN

Li Kurdistanê DEM’a gel e

Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de DEM Partî 3 bajarên mezin, 10 bajar û gelek şaredariyên navçeyên Kurdistanê bi dest xist. Gelê Kurdistanê li ser sindoqên rejîma qeyûman veşartin.

SERKETINA DEM PARTIYÊ YA HILBIJARTINÊN XWECIHΠ

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi polîtîkayên qeyûman teror meşandin, gelên Kurdistanê careke din vîna xwe li ser sindoqan nîşan da. Gel bi pîrozbahiyên heybet ên Newrozê mizgîniyaa vê rojê dabûn û rejîma qeyûman serobino kirin.

DEM Partî li Amedê tevî Şaredariya Bajarê Mezin, 14 navçe bi dest xist. Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinê şaredariyên Erxenî, Pîran, Gêl, Çinar, Bismil, Farqîn, Licê, Pasûr û Hêne derbasî DEM Partiyê bûn. LI hemû navçeyên navendî Kayapinar, Bajarê Nû, Sûr û Rezanê namzetên DEM Partiyê bi ser ketin.

DEM Partî li Mêrdînê bi ferqeke zêde ya dengan Şaredariya Bajarê Mezin û 6 şaredariyên navçeyan bi dest xist.

Polîtîkayên qeyûman bi awayekî herî faşîst cihê ku lê hat meşandin yek jê Wan bê. Hilbijêran sîleyek mezin li desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê dan. Ji bilî Şaredariya Bajarê Mezin, 12 navçeyên Rêya Armûşê, Artemêt, Tûşba, Ebex, Westan, Elbak, Payîzava, Şax, Serav, Qelgelî, Bêgirî û Erdîş namzetê DEM Partiyê qezenc kirin.

Li Agirî, şaredariyên Navendî, Giyadîn û Bazîdê namzetên DEM Partiyê qezenc kirin. 
DEM Partî li Îdirê, nêzî qezenckirina şaredariyê ye.

Namzetên DEM Partiyê li Şaredariya Mûş û navçeyên Milazgir, Kop û Gimgimê bi ser ketin.

Li Sêrtê DEM Partî şaredariya navendî û navçeya Misircê bi dest xist.

Şaredariyên Colemerg, Êlîh û Dêrsimê li ser navê DEM Partiyê hatin qeydkirin.

Li Bedlîsê hilbijartin bi hev re diçe, li navçeya Tetwanê DEM Partî bi ser ket.

DEM Partî li 6 navçeyên Wêranşar, Ceylanpinar, Hewang, Xelfetî, Bêrecûk û Pirsûsê yên Rihayê şaredarî bi dest xist.

DEM Partî li navçeyên Tatos û Qereyazî yên Erziromê bi ser ket.

DEM Partî li Rojava jî navçeya Akdenîz a Mêrsînê qezenc kir.

DIVÊ HER KES RÊZÊ NÎŞANÎ VÊ VÎNÊ BIDE

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna çapemeniyê ya piştî serkeftina hilbijartinê ya DEM Partiyê de axivî û got, “Ev encamên hilbijartinê nîşan da ku em bi ser ketin, hikûmet têk çû. Ev gel vîna xwe teslîm nekir. Yên pirsgirêka Kurd çareser nekin dê têk biçin. Yên ku xwestin Kurdan bidin wenda bikin welat wenda kirin. Siyaseta qeyûman bi hikûmet da wendakirin. Gelê Kurd careke din nîşan da ku alîgirê çareseriya demokratîk e. Ev vîn li ser demokrasiya xwecihî diyar dibe. Di hilbijartinan de careke din ev yek piştrast bû. Dijminatiyeke mezin a li hemberî Kurdan û li Rojava û Kurdistanê bi desthilatdariyê da wendakirin . Gelê me nîşan da ku ew têk naçin. Divê her kes rêzê nîşanî vê vînê bide.”
Bakirhan anî ziman ku di hilbijartinan de polîtîkaya lihevkirina bajaran encam girt û got, “Wan qeyûm tayîn kirin, lê bi ser neketin. Wan dengdêrên sexte tayîn kirin, lê dîsa jî bi ser neketin.”

BAJARÊN ME JI BIN ZILM Û MÊTINGERIYA AKP’Ê HATIN RIZGARKIRIN

Bakirhan got, “Di vê hilbijartinê de serketî gelê Kurd, gelê me û DEM Partî ye. Ew kedkar, jin, gel û baweriyên Tirkiyeyê ne. Nêrîna ku heta niha derketiye holê, tevî her cure zehmetî û zextan serkeftineke mezin derket holê. Daxwaza demokrasiya xwecihî bi ser ket, mantiqa navendîparêz, monîst careke din li ser sindoqan ji aliyê gelê me ve hat şikandin. Stratejiya hilbijartinê ya DEM Partiyê bi ser ket. Şaredariyên li bajarên herêmê ji zilm û mêtingeriya AKP’ê hatin rizgarkirin.”

TIFAQA ŞER WENDA KIR, GELÊ ME CAREKE DIN GOT AŞTÎ

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Amedê beşdarî pîrozbahiya hilbijartinê ya DEM Partiyê bû û wiha axivî: “Me di hilbijartinên 31’ê Adarê rê neda tifaqa JÎTEM’ê û em ê nedin jî. Di vê hilbijartinê de hem tifaqa JÎTEM û hem jî tifaqa şer têk çûn. Gelê me yê hêja, zîhniyeta şerker a vê desthilatdariya ku hat li dilê Kurdistanê Amedê qala polîtîkaya şer kir we wan serobino kir. We careke din got aştî. Ji ber vê yekê em we pîroz dikin, em we bi dil û can pîroz dikin."

Hatîmogullari diyar kir ku Kurd di vê hilbijartinê de careke din bersiv da yên Kurdan piştguh kirine û şer, pevçûn û polîtîkayên cudakariyê meşandin û wiha got: “Li dijî bêçareseriyê, li dijî kesên şer û pevçûnê ferz dikin, li dijî zîhniyeta ku jinan qetil dike, li dijî zîhniyeta ku ciwanan ji siberoja wan bêpar dihêle, li dijî kesên ku gel birçî dihêlin, li dijî kesên ku mexdûrên erdhejê di bin xirbeyan de hiştin we têkoşîna mafê jiyanê, mafê azadiyê û mafê edaletê meşandin. Bila têkoşîna me pîroz be hevalên hêja.”