Hevşaredar Serra Bûcak: Em ê dest bi pêvajoyeke nû ya avakirinê bikin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak got, "Em ê dawî li xisara qeyûman bînin û bi her awayî bi gelê xwe re bixebitin. Em ê li bajarê xwe dest bi pêvajoyeke nû ya avakirinê bikin."

LI AMEDÊ ŞAREDARIYA NÛ

Li Kurdistan û Tirkiyeyê di 31'ê Adarê de hilbijartinên xwecihî hatin kirin. Tevî asteng, zext û manîpulasyona dewletê ya li bajarên Kurdistan, gelê Kurd îradeyeke dîrokî nîşan da, dengê xwe parast û bi deh hezaran hilbijêrên veguhestî yên dewletê şand Kurdistanê, têk bir. Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li bajarên Kurdistanê li gorî AKP û partiyên din rêjeyek bilind a dengan bi dest xist û li Amedê jî bi vî rengî bi ser ket. Namzetên DEM Partiyê yên ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak ji sedî 64.9 ê dengan wergirtin û mohra xwe danîn binê serketineke mezin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak li gel pêvajoya hilbijartinê ji ANF'ê re qala projeyên xwe yên ji bo bajêr kir.

GELÊ KURD ÎRADEYEKE MEZIN NÎŞAN DA

Serra Bûcak diyar kir ku bi hilbijartinên pêşwext re yên ku meha Kanûnê destpê irin, ew demeke dirêj e li qadê ne û got, "Di karê hilbijartinê de me dît ku gelê kurd wê îradeya xwe nîşan bide û bi rengekî xurt xwedî li îradeya xwe derkeve. Bi rastî jî bi vî rengî bû. Gelê Kurd îradeyeke mezin nîşan da û hilbijartin diyar kir. Tevî zext û zordariyê jî gelê Kurd bû hêmana bingehîn a hilbijartinê. Gelê Kurd hemû bûyerên neyînî yên roja hilbijartinê û piştî hilbijartinê beralî kir. Di asta heyî de me mînakeke Wanê dît. Bi rastî jî xwedîderketina xelkê Wanê li Abdullah Zeydan kir ku mafên wî yên bi rengekî bêhiqûqî hatine desteserkirin jinûve radestî wî bêne kirin. Lewma jî moral û motîvasyoneke mezin heye. Eger ne ji îrade û gelê Kurd bûya, ev serketina hilbijartinê jî nedibû. Li gelek deverên Amedê rêjeya dengê me gelekî bilind bû û me bi rêjeyek dîrokî qezenç kir. Bila li gelê Kurd ê berxwedêr pîroz be ku îradeya xwe nîşan da."

AMED WÊ BIBE BAJAREKÎ JINÊ

Serra Bûcak anî ziman ku di 8 salên qeyûm de xisarên giran li bajêr bûn û wiha dewam kir, "Qeyûman xisarên gelekî cicdî kirin. Bi qeyûman re di siyaseta Tirkiyeyê de desthiltadariyê hilweşîn û xisarên mezin kir. Li welêt hilweşîneke cidî ya aboriyê heye. Sedemên vê jî li holê ne. Ev sedem jî polîtîkaya şer a zêdeyî çil sal in dewam dike û razemeniya li budçeya şer e. Ev yek, yek ji sedemên herî mezin ên giranbûna krîzê û hilweşînê ye. Rewşa ku niha li bajarê me heye jî ev e. Krîza aboriyê ya ku li Amedê bi destê qeyûm hate kirin, xisara civakî, çandî û nasnameyê afirand. Têkildarî xisara nasname û civakî ya ku qeyûm bûne sedem, em ê tavilê bikevin nava liv û tevgerê û xwe komî ser hev bikin. Bi destpêkirina wezîfeyê re em ê beriya her tiştî bi şaredariyên xwe yên navçeyan re dest bidin hev û dawî li xisara fîzîkî bînin. Bi taybetî pirsgirêkeke cidî ya binesaziyê ya bajêr heye. Li 17 navçeyên me hin gund hene ku bêav hatine hiştin. Beriya her tiştî em ê pirsgirêkên avê çareser bikin. Qeyûman têkildarî nasname, ziman û çandê de xisarên giran kirin. Hûn jî zanin, çawa ku hatin yekser saziyên çand û ziman girtin. Em ê van saziyan ji nû ve bixin meriyetê. Di bin sîwana Şaredariya Bajarê Mezin de em ê ji bo pêşvebirina Kurdî û zaravayên wê kûrsên ziman ava bikin. Bi taybetî li hemberî saziyên jinan xisarên giran hene. Ji bo çareserkirina vê yekê jî em ê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ava bikin û hem li dijî tundiya li jinê têbikoşin hem jî navendên şêwirmendiya jinê yên ku jin daxwaza wê dikin ava bikin. Em ê Amedê weke cihekî ku jin xwedî mafê gotinê, kar û siyasetê ye, bajarekî ku polîtîkaya jinê lê heye, jinûve ava bikin."

KED Û TÊKOŞÎNEKE MEZIN HEYE

Serra Bûcak destnîşan kir ku ked û têkoşîneke mezin heye û got, "Bi wergirtina mazbatayê re em ê li her qadê karên xwe bikin û pêvajoyeke nû ya avakirinê bidin destpêkirin. Bi feraseta şaredariya gel, şaredariya civakî, bajarên azad û demokratîk em ê rêxistiniyeke pirrengî û tevlîbûna hemû civakê ji xwe re bikin esas û bi vî rengî bixebitin. Daxwazeke cidî ya ciwanan heye ku derfetên kar bêne afirandin. Ev bajar bajarekî xizan e. Xizanî roj bi roj giran dibe. Em ê projeyan biafirînin ku derfetên kar bidin ciwanên xwe. Ciwan wê li vî bajarî bibin xwedî mafê gotinê. Bi derfetên kar ên ku aboriya xwecihî xurt bike em ê ji ciwanên xwe re derfetên kar biafirînin. Ji bo ciwanan em ê kûrsên pîşeyî ava bikin."

DIVÊ EM SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ LI HER QADÊ BELAV BIKIN

Serra Bûcak destnîşan kir ku di têkoşîna jinê de sîstema hevserokatiyê destketiyeke gelekî girîng e û got, "Bi saya tevlîbûna jinê ya li siyasetê û temsîliyeta wê ya li nava siyasetê em îro hem li nava partiyê hem jî li nava rêveberiyên xwecihî xwedî temsîliyeta wekhev in. Ev rewş ji aliyê têkoşîna jinê ve destketiyeke girîng e. Em dixwazin hevserokatiyê li her qada rêveberiyên xwecihî bi perspektîf û nêrîna jinê bi bandor be. Em dixwazin bajarên azad ên demokratîk ava bikin. Ev rewş jî tenê bi nêrîna jinê, bi temsîliyeta wekhev a jin û mêr dibe. divê em sîstema hevserokatiyê li her qadê belav bikin."