Li Xelfetiyê serketina hilbijartinê diyarî Abdullah Ocalan hate kirin
DEM Partiyê serketina li Xelfetiyê heta derengî şevê pîroz kir.
DEM Partiyê serketina li Xelfetiyê heta derengî şevê pîroz kir.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Xelfetî ya Rihayê di hilbijartinan de bi ser ket. Alîgirên partiyê ji avahiya edliyeyê heta ber buroya hilbijartinê meşiyan û serketina xwe pîroz kirin. Ji xeynî Namzetên Hevşaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram û parlamenterê bajêr Omer Ocalan, gelek alîgirên partiyê beşdarî meşê bûn.
Omer Ocalan wiha got: “Em bi sekna we ya serbilind bi ser ketin. Ev keda we hemûyan e. Em li Xelfetiyê bi Turkmen, Kurdan bi xwişk-biratî dijîn. Em vê şaredariyê jî di serî de li Rêbertiya xwe, diyarî li gelê xwe dikin.”
Namzetên Hevşaredariyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan jî ev peyam dan: “Me ya xwe jinûve bi dest xist.”