‘Divê gelê me xwedî li sindoqan û îradeya xwe derbikeve’

Hevserokê Dersimê yê DEM Partiyê Ozcan Gurtaş bang li gel kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet û asîmîlasyonê sindoqan biparêzin û xwedî lê derkevin.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Ji bo hilbijartinên xwecihî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, demekî kêm maye, îro weke fînal li gelek bajaran bi konvoyan xwepêşandan tên lidarxistin. Ji bo roja hilbijartinê yek ji mijarên herî girîng, li dijî dizîna dengan a ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve, parastina sindoqan e.

Hevserokê Dersimê yê DEM Partiyê Ozcan Gurtaş diyar kir ku wan xebateke zêde ji bo hilbijartinê meşand û got: “Pêvajoya me bi pêşhilbijartinê destpê kir û nêrînên me yên ji bo tifaqan jî hebûn. Lewma li Dersimê xebatên me yên hilbijartinê hinekî dereng destpê kir. Dema tifaq eşkere bû me jî bi tempoyeke mezin bi pêşhilbijartinê namzetên xwe diyar kirin û piştre dest bi xebatan kir. Bi taybetî di van 20 rojên dawî de, eleqeya xelkê Dersimê ya ji bo tifaqê bi rengekî diyar derket holê. Ti gumana me têkildarî encamên ku wê ji sindoqan derbikevin, nîne. Di encamê de wê xelkê Dersimê bi ser bikeve. Serketina DEM Partiyê em tenê weke bi destxistina şaredariyekê yan jî kursiyekê nanirxînin. Ya herî girîng jî ev e. Em weke li dijî polîtîkayên şerê taybet û asîmîlasyona li ser Dersimê, serketina xelkê Dersimê dinirxînin.”

‘XELKÊ DERSIMÊ WÊ BERSIVA LÎSTOKÊN QIRÊJ BIDE’

Gurtaş qala gotinên namzetê Hudaparê ya “Ez nûneriya xelkê Elewî jî dikim” kir û destnîşan kir ku divê ev gotin weke stratejiya hilbijartinê ya ji rêzê neyê nirxandin. Gurtaş wiha got: “Ev ji bo xelkê Dersimê heqaretek e. Em civakek in ku dîroka berê ya Hudaparê dizanin. Em komkujî û êşkenceyên van kontrayan ên li dijî Kurdan û çepgiran baş dizanin. Di heman demê de ev vê gotinê weke gefekê dinirxînin. Ev gefa ‘em hatin bajar, kolan û qada we, sibe jî em ê werin mala we’ ye. Dibêjin, eger em hilbijartinê bi ser bixin em ê bikevin mala we. Ne tenê ji aliyê Hudapar ve, ji aliyê desthilatdariyê ve jî ev yek wiha ye. Em dizanin yê ku ev gotin bi Hudaparê dayî gotin, desthilatdarî ye. Lê xelkê Dersimê wê roja Yekşemê bersiva pêwîst bide hem hêzên paşverû, hem Hudaparê û hem jî her kesê ku di nava vê lîstoka qirêj de.”

‘ARMANCA ME PARASTINA NASNAMEYA DERSIMÊ YE’

Gurtaş anî ziman ku ev hilbijartin ne tenê hilbijartina bidestxistina şaredariyê ye û wiha got: “Eger tifaq li Dersimê bi ser nekeve, em ê 5 salên Dersimê ji dest bidin. Ev 5 sal wê ji bo Dersimê bibe hilweşîneke mezin. Dersim bajarê Tirkiyeyê yê herî mezin e ku lê koçberî çêbûye. Encamên hilbijartinê wê çêkera demografiya Dersimê biguherîne. Lewma armanca vê hilbijartinê ne tenê bidestxistina şaredariyekê ye. Armanca vê hilbijartinê bidestxistina Dersimê ye. Ji dest nedana Dersimê ye. Armanca me parastina nasnameya Dersimê ye. Em vê girîngiyê didin hilbijartinê. Baweriya min heye ku civaka Dersimê bi wijdan e, wê xwedî li nirx û baweriya xwe derbikeve. Hemû gelê Dersimê ji bo siberoja xwe, ji bo xwedî derketina li vê dîroka qedîm divê dengê xwe bidin DEM Partiyê, dengê xwe bidin tifaqa demokrasiyê. Hemû gelê me divê xwedî li sindoqan, demokrasî û îradeya xwe derbikeve.”