FEDA, ADEF û DÎK: Dengê xwe bidin Tifaqa Bajêr a Dersimê

FEDA, ADEF û DÎK’ê têkildarî hilbijartinên xwecihî ku wê sibe, yanî roja Yekşemê bên lidarxistin daxuyaniyeke hevpar dan û bang li her kesê kirin ku dengê xwe bidin Tifaqa Bajêr a Dersimê.

LI DERSIMÊ TIFAQA BAJÊR

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Federasyona Yekîtiya Dersimê ya Demokratîk a Ewropayê (ADEF) û Kongreya Avakirinê ya Dersimê (DÎK) daxuyaniyeke hevpar dan û bang li her kesê kirin ku di hilbijartinên xwecihî de ku roja Yekşemê wê li Tirkiye û Kurdistanê bên kirin, dengê xwe bidin Tifaqa Bajêr a Dersimê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê rê ji partiyên hîleyan neyê dayîn û wiha hate gotin: “Gelê Dersimê yê hêja; ‘Tifaqa Dersimê’ ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê, Cephê Ked û Azadiyê (EOC) û Partîzanê pêk tê. ‘Tifaqa Bajêr a Dersimê’ ji bo me saziyên Dersim û Elewiyan pir bi wate û hêja ye.

Ji bo rêveberiya bi gel re, dengê xwe bidin ‘Tifaqa Bajêr a Dersimê’! Ji bo têkbirina partiyên hîleyan ên ku destê wan di qirkirin û komkujiyên dîroka Dersimê de hene, dengê xwe bidin ‘Tifaqa Dersimê’! Ji bo rêveberiyên xwecihî yên şoreşger, gelparêz û beşdar; gotin, biryar û wezîfe ya gelê Dersimê ye.”