Riha wêneyê têkçûna desthilatdariyê ye

Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol anî ziman ku li Rihayê DEM Partî bi kesên ku gel jê hez dikin û bi gel re kar kir û banga wê ya guhertinê bandora xwe li dengdanê kir.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Di hilbijartinên xwecihî de yek ji bajarên ku herî zêde nîqaş li ser hate kirin û hate meraqkirin bajarê Rihayê bû. Li Rihayê ku weke keleha AKP'ê dihate zanîn AKP'ê hem bajarê mezin hem jî 7 navçe ji dest da. AKP'ê îtiraz li h in navçeyan kir û hewl dide bi bazariyên qirêj bi dest bixe. Ev yek jî wê pirsê bi xwe re tîne, bê Riha çima ewqasî girîng e.

Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol guhertina li Rihayê û tercîha gel ji ANF'ê re nirxand.

'RIHA WÊNEYÊ TÊKÇÛNA DESTHILATDARIYÊ YE'

Sevda Çelîk Ozbîngol anî ziman ku nîşaneya guhertina ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de pêk hat zûdeyî dihate dîtin û diyar kir ku daxwaza li ser guhertinê li Rihayê jî bandor li dengdanê kir. Sevda Çelîk Ozbîngol got, "Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de me dît ku daxwazên guhertinê mîna li her devera welêt li Rihayê jî bandor li encamên dengdanê kir. Li Rihayê ku bajarekî partiya desthilatdar lê xurt bû, daxwaza xwe ya guhertinê ji zûdeyî hebû. Ev bajarê ku li dijî neheqiyê dem bi dem helwestê nîşan dide, wêneyê têkçûna desthilatdariyê ye. Eger Rihayê gotibe hingî guhertin pêk hatiye, veger jê nîne."

Sevda Çelîk Ozbîngol anî ziman ku sedema desthilatdariyê ya aciziya ji encamên hilbijartinê yên li Rihayê ji ber aciziya ji daxwaza guhertinê ye û got, "Li Rihayê ne tenê şaredarî guherî, mîna ku wê di dema bê de were dîtin li Rihayê gelek tişt guherîn. Xwedîderketina gel a li îradeya xwe vê yekê nîşan dide. Riha dixwaze bi feraseteke nû ya şaredariyê, bi feraseta şaredarîvaniya gel bê birêvebirin û li 7 navçeyan bi tercîha ku li aliyê DEM Partiyê kir vê yekê nîşan dide."

'EM TEVÎ GEL BI GEL RE XEBITÎN'

Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku DEM Partî weke partiya duyemîn li gel zext û zordariyê jî li ber xwe da, bi kesayetên ku ji aliyê gel ve têne hezkirin siyaset kir û got, "Di vê pêvajoya hilbijartinê de bi gel re mal bi mal, kargeh bi kargeh geriya û kar kir. Weke alternatîfa şaredarên rantxur, şaredarîvaniya rasteqîn nîşanî gel da."

'GEL LI DIJÎ MEJIYÊ QEYÛM PIŞTGIRÎ DA NAMZETÊN XWE'

Sevda Çelîk Ozbîngol bi dewamî destnîşan kir ku DEM Partiyê nîşanî gel da ku bêalternatîf nîne û got, "Xelkê Rihayê bi taybetî li hemberî mejiyê qeyûm piştgirî da namzetên gel û di hilbijartinê de ku desthilatdariyê bi hemû derfetên xwe kar kir, gel a xwe di hilbijartinê de bi dest xist."

Sevda Çelîk Ozbîngol ragihand ku li dijî helwesta mejiyê qeyûm, DEM Partî karekî rast ê şaredariyê dike, vê yekê berê jî bandor li gel kir û got, "DEM Partî partiyeke bi tecrûbe ye ku xwedî rabirdûya şaredariyê ye. Hem helwesta talankar a qeyûm, hem jî şaredariya sîstemê ya dûrî gel û rantxur radiwestîne. Rabirdûya me ya paqij ku namzetekî xwe jî qirêj nebûye, ev pêvajo xurt kir. Bêguman karê me nû destpê dike. Berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hemû hevalên me yên hatine hilbijartin û partiya me. Haya me ji vê yekê heye û em ê berpirsyariya wezîfeya xwe bi cih bînin."