Serokê Şaxa Wanê ya Emeklî-Senê Tîmûr Sayyîgîtî bertekên xwe nîşanî desthilatdariyê da û got ku ew ê di 31'ê Adarê de li ser sindoqan bersiveke baş bidin desthilatdariyê.
Sayyîgîtî anî ziman ku desthilatdarî weke hemû caran beriya hilbijartinan hewl dide ku teqawîdan bixapîne û ev yek anîn ziman: ‘’Desthilatdariyê heya duh jî digot: ‘Ger em mûçeyên teqawîtan zêde bikin, em ê nikaribin mûçeyên karkeran jî bidin.’ Bi vê gotina xwe di nava gel de dubendiyek çêdikir. Em ê jî di 31’ê Adarê de derseke baş bidin yên ku teqawîdan tune dihesibînin û wan teqawîd bikin.’’
‘ÇARESERÎ DEM PARTÎ YE’
Sayyîgît bang li bi milyonan teqawîdan kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Em sedeqeyê naxwazin, em prîmên xwe yên ku me bi salan dayî, dixwazin. DEM Partî girêdayî edalet û hiqûqê ye. Em jî di wê baweriyê de ne ku DEM Partî wê pirsgirêkên teqawîdan çareser bike. Weke sendîka hêviyên me ji DEM Partiyê hene.’’