Mîtînga Milazgirê: Divê gelê me îradeya xwe li ser sindoqan nîşan bide

Di axaftinên li Mîtînga Milazgirê ya DEM Partiyê hatin kirin de, banga deng dayînê li gel hate kirin û hate destnîşankirin ku şaredariyên hatine desteserkirin, wê bi ser bikevin.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Milazgir a Mûşê mitîng lidar xist. Di mitînga ku bi rêzgirtinê dest pê kir de ewilî Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Ahmet Kenan Turker û Gulistan Ozel axivîn. Namzetên hevşaredariyê yên diyar kirin ku dê ji gel re xizmetê bikin, bang li gel kir ku xwedî li sindoqan derkevin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, qala çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome û nobetên edaletê yên li derve berdewam dikin kir. Boz, anî ziman ku qad bersiva herî baş didin kesên ku hewl didin çokan bi gel bidin danîn û got: “Gelê Milazgirê gel dê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bide we. Hikumeta faşîst a AKP’ê û MHP’ê bi salan e, zilmê li gelê me dike. Li her qadê êrişî nirxên gelê kurd dikin. 100 sal in kurdan li dijî wan serî netewan û dê netewîne. Dê di vê hilbijartinê de gelê me serkeftineke mezin bidestbixe û tecrîda li ser birêz Ocalan rake. Em ji vir bang dikin û dibêjin ji birêz Ocalan re azadî.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik ê herî dawî axivî jî wiha got: “Mûş bû bajarekî ku pêşengtî li tevgera kurdan kir û ji zilmê re serî netewand. Hilbijartina beriya niha vîna gel hate xespkirin. Bi darê zorê û zexta çekan şaredarî bi dest xistin. Em ê di hilbijartinê de hesabê ji van bipirsin. Dîsa li şaredariyan dizî kirin. Di partiya me de dizî nabe. Namzetên me zarokên vî gelî ne. Şaredariyên ku ji destên me hatine wergirtin em ê sibê bi ferqeke mezin bi dest bixin. Dema hûn sala 107 ketin vî bajarî ev bajar yê kurdan bû û kurd xwediyê vir bûn. Hûn çima îro li dijî kurdan dijminatiyê dikin. Deynê we yê lêborînê heye ji kurdan re. Divê em hemû êşên dikişinin li ber çavan bigirin û wisa biçin ser sindoqê.”

Sakik ê bal kişand ser hilbijêrên veguhestî, ev tişt gotin: “Li Kurdistanê sefer dibe lê serkeftin nabe. Ev gel wê tu car li ber we serî netewîne, dê vîna xwe radestî we neke. Bajarekî polîs û leşker çima dorpêç dikin? Tu vî bajarî nas nakî lê qedera bajarî diguherînî. Tu caran rêya te neketiye Agiriyê lê hûn ê werin li vir vîna gel xest bikin. Ji bo vîna me bişikînin amadekariyan dikin. Piştî hilbijartinê dê feraseta ‘binêrin kurd piştevaniya me dikin’ biafirînin û şerekî mezin bidin destpêkirin. Ji ber vê yekê divê gel bi awayekî xurt vîna xwe di sindoqê de nîşan bide.”

Piştî axaftinan mitîng bi dawî bû.