Bayindir: Em rê nadin faşîzma AKP'ê û MHP’ê îradeya gelê Şirnexê xesp bike

Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindir ku encamên hilbijartinê ji Şirnexê dişopîne, anî ziman ku ew ê destûr nedin faşîzma AKP û MHP’a ku dixwaze bi veguhestina dora 10 hezaran dengên îradeya gelê Şirnexê xesp bike.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir encamên hilbijartinê ji Şirnexê dişopîne. Bayindir di avahiyê DEM Partiyê de daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez û hevserokên bajar tevlî daxuyaniyê bûn.

Keskîn Bayindir diyar kir ku li bajêr hemû deng nehatine hejmartin û wiha got: “Bi ser 10 hezaran leşker û polîsn veguhestin Şirnexê. Li dijî vê gel li ber xwe da û vîna xwe danî holê. Şaredariya Şirnexê vîna gelê Şirnexê û vîna DEM Partiyê ye. Divê li dijî evqas bêhiqûqiyan tu partî, saziyên sivîl û rêxistinên hiqûqê bêdeng nemînin.”

Bayindir anî ziman ku pêkanîn li Kurdistanê qet qebûl nakin, gelê bajêr jî qebûl nake û wiha domand: “Ji serê sibê ve gelê Şirnexê ji 7 salî heta 70 salî ji bo xwedî li vîna xwe û partiya xwe derkeve li ser piyan e. Li hemberî me tenê weke partiyeke siyasî AKP nîne, em bi feraseteke faşîst ku bi leşker, polîs û burokrasiya dewletê ev der kiriye navenda şer re rûbirû ne. Em ê destûrê nedin kesên dixwazin vîna gelê Şirnexê xesp bikin. Şirnex ya DEM Partiyê ye, Şirnex dê bi vîna gel were bi rê ve birin.”

Bayindir bang li kesên li cem AKP’ê û MHP’ê cih digirin kir û got: “Heke şeref û xîreta we hebe hûn rêzê ji vîna gelê Şirnexê re bigirin vê bêrûmetiyê qebûl nekin. Divê hûn li cem gelê Şirnexê bin. Heke hûn ê bibin alîgirê zilmê. Li Şirnexê hêj hilbijartin xelas nebûne, ji sedî 30 sindoqên me li benda hejmartinê ne. Wateyeke ku hiştina heta nîvî şevê heye. Dixwazin bi hezaran mirovên me bişînin û bêdengî xelas bikin. Ez dixwazim bang li rayagiştî ya Tirkiyeyê bikim; Heke qala demokrasiyê, hiqûqê û mafê mirovan bê kirin navnîşana ewil Şirnex e. Ew demokrasiya li vir neyê avakirin dê belavî temamê Tirkiyeyê û cîhanê bibe. Tevî veguhestina bi hezaran leşker û polîsan gelê Şirnexê heta vê saetê vîna xwe daniye holê. Dîrokê heta niha rê li ber van zilman venekiriye.”