Birayê Begît ê ku xiyanet li gel kir hat girtin

Birayê xayin Mehmet Begît Halîl Begît ê ku bi çek êrîşî Rêxistina Navçeya Bêrecûkê ya DEM Partiyê kir, hat girtin.

Halîl Begît ê ku di 8'ê Gulanê de li navçeya Bêrecûk a Rihayê li dijî avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) êrîşa çekdarî pêk anî, hate girtin.

Di êrîşa ku saet 03.30’an de li dijî avahiya navçeyê ya li ser Cadeya Abdûlkadîr Erdîl a li Taxa Meydanê pêk hat de 14 gule li avahiya navçeyê ketin. Di lêpirsîna têkildarî bûyerê hate dimeşandin de birayê Mehmet Begît ê piştî ji DEM Partiyê weke Hevşaredarê Bêrecûkê hate hilbijartin îstîfa kir, Halîl Begît hate binçavkirin.

Begît ê piştî karûbarên wî yên li midûriyeta polîsan temam bûn, îro sewqî edliyeyê hate kirin. Dozgeriyê Begît bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê kir. Begît ê sewqî dadgehê hate kirin hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê.

Hate zanîn ku birayê Begît, Halîl Begît gef li rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê jî xwariye. Rêveberên navçeyê yên li ser WhatsApp’ê bi peyamê gef li wan hate xwarin derbarê Halîl Begît de serî li dozgeriyê dan û giliyê wî kirin.