Nebahat Çalpan: Namzedbûna Gultan Kişanakê ji bo Enqereyê bû hêvî

Berdevka Jinan a DEM Partiyê ya Enqereyê Nebahat Çalpanê anî ziman ku namzedbûna Gultan Kişanakê ku ev 7 sal in dîl tê girtin, di serî de ji bo jinan û ji bo gelek kesan li Enqereyê bûye hêviyek û got: ‘Divê gel bibe dengê Kişanakê.’’

NAMZETBÛNA GULTAN KIŞANAK

Berdevka Jinan a Enqereyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nebahat Çalpan derbarê hilbijartinên xwecihî de yên ku wê roja Yekşemê werin kirin, ji ANF'ê re axivî.

Çalpanê diyar kir ku ew weke DEM Partiyê hewl didin pêvajoya hilbijartinê bi rê ve bibin ku di vê pêvajoyê de faşîzm, krîza aborî, şer û têkoşîna jinan ji hemû pêvajoyan zêdetir tê hedefgirtin û ev yek anîn ziman: ‘’Piştî hilbijartinên giştî yên sala 2023’yan partiya me ji pêvajoyeke xwerexnekirinê derbas bû û biryar da ku di hilbijartinên xwecihî de li her derê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê û ev yek ji aliyê gel ve bi awayekî erênî hate dîtin. Ji aliyê gel ve bi erênî û bi hêvî hate pêşwazîkirin. Li Enqereyê hilbijartinên xwecihî di navbera du namzetên neteweperest de weke pêşbirkekê derbas dibû. Namzedbûna Gultan Kişanak û Ozturk Turkdogan weke israra me ya rêya 3’yemîn bû  alternatîfeke baş. Gultan Kişanak li zindanê weke rehîneke siyasî tê dîlgirtin û û di nava çar dîwaran de xebatên hilbijartinê bi rê ve dibe. Tevî şert û mercên zehmet jî em yên li derve hewl didin bibin deng û rengê Gultan Kişanakê.’’

Çalpan diyar kir ku wan ji pirtûka Gultan Kişanakê a bi navê ‘Rengê Mor ê Siyaseta Kurd’ îlham girtiye û kampanyaya ‘Rengê Mor ê Siyasetê’ dane destpêkirin û ev tişt gotin: ‘’Em bi koma xwe ya kampanyayê ku ji beşên civakên yên cuda gelek jin têde cih digirin, hêza xwe ji hevgirtina jinan distînin û xebatên xwe yên hilbijartinê bi rê ve dibin. Kampanyaya me ji aliyê jinên Kurd, Elewî, femînîst ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Namzedbûna Gultan Kişanakê ku feraseta demokratîk, ekolojîk û beşdarbûna rêveberiyên xwecihî esas digire, ji aliyê hemû jinan ve bi erênî hatiye pêşwazîkirin û jin jî xwedî li vê yekê derketine.’’

HÊVIYA SIYASETA AŞTIYANE

Çalpanê bal kişand ser girîngiya namzedbûna Kişanakê ya li Enqereyê li hemberî du namzetên mêr ên ku girêdayî şer û neteweperestiyê xebatên xwe yên hilbijartinê bi rê ve dibin û wiha berdewam kir: ‘’Israra Gultan Kişanakê a ji bo aştiyê, ji bo kesên ku şer, pevçûn û xizaniyê naxwazin û dixwazin girêdayî bingeheke aştiyane û demokratîk siyaseta xwe bimeşînin jî bû hêviyeke mezin. Ji ber vê yekê jî xebatên me yên hilbijartinê ku em hevgirtina jinan esas digirin, em dibînin ku di nava gel de pir xurt e û bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin.’’

Çalpanê diyar kir ku wan di ewlehiya sindoqan de xebatên cidî pêk anîne û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: ‘’Em heman xebata hemû hilbijartinan bi rê ve dibin. Me di hemû bernameyên hilbijartin, hevdîtînên gel û serdanên park û bazaran de banga ewlehiya sindoqan kir.’’