DEM Partî wê bi hezaran wezîfedaran re sindoqan biparêze

DEM Partî wê sibe di hilbijartinên xwecihî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê de, bi hezaran wezîfedaran re sindoqan biparêze.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Sibe li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi milyonan welatî dê biçin ser sindoqan û rêveberiyên xwe yên herêmî dê diyar bikin. Di 31’ê adarê de deng dê di navbera saetên 07.00 û 16.00’an de werin bikaranîn. Qedexeyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dane diyarkirin dê îro piştî saet 17.00’an dest pê bikin. Tevî propagandaya hilbijartinê parastina sindoqan jî mijareke girîng e. Desthilata AKP’ê hezaran leşker û polîs veguhestin bajarên bakurê Kurdistanê. Di hilbijartina derbasbûyî de pusulayên bêmohr, dengên xelet hatine bikaranîn, fêl û fenên girtekên hilbijartinê û ewlehiya hilbijartinê mijarên sereke bûn û di vê hilbijartinê de pir girîng in.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di bajarên Bakurê Kurdistanê de xebatên xwe yên ewlehiya hilbijartinê temam kirin. DEM Partî dê li Amed û bajarên derdorê wê nêzî 15 hezar kesên ji peywirdarên sindoqan, muşahit, berpirsyarên dibistanan, tîmên bitevger, kesên xwedî erka îtîrazê, rêveber û dildarên partiyê tê de, dê sindoqan biparêzin.  

Li Amedê dê di 3 hezar û 968 sindoqan de mîlyonek û 164 hezar hilbijêr ji bo Şaredariya Bajarê Mezin, 18 şaredariyên navçeyan, bajarok û keyayan deng bikar bînin.

DEM Partiyê ji bo her sindoqekê peywirdar û muşahitek erkdar kir. Her wiha hezar û 67 berpirsên dibistanan û 150 parêzeran jî dê sindoqan biparêzin.

ÊLIH

Li gel nevçeyên xwe dê li Êlihê 411 hezar û 11 hilbijêr deng bikar bînin. Di navenda bajar de dê 939 sindoq werin danîn û dê 310 hezar û 667 hilbijêr deng bikar bînin. DEM Partî di 399 sindoqan de hezar û 500 perwirdarên sindoqan û muşahît peywirdar kirin.

DERSIM

Dê li Dersimê 80 sindoq werin danîn û di van sindoqan de dê 24 hezar û 622 hilbijêr deng bikar bînin. Tifaka Dersimê ya di vê hilbijartinê de jî bo her sindoqê peywirdarê sindoqê û muşahît peywirdar kir û dê berbirsên dibistan û kesên erka wan a îtîrazê hene jî sindoqan biparêzin. Li navend û navçeyên Dersimê de dê nêzîkî 400 kes li qada sîndoqan bîparêzîn.

ÇEWLIG

Lî Çewlîgê dê 397 sîndoq werîn danîn û dê 198 hezar û 436 hilbijêr deng bikar bînin. Li bajar DEM Partî dê bi 400 kesan ve sindoqan biparêzin. Li navçeya Kanîreş a Çewligê tevî gundan ê 18 hezar û 475 hilbijêr di 76 sindoqan de dengên xwe bikar bînin. Tevî 76 peywirdarên sindoqan, muşahit, kesên erka wan a îtîrazê hene bi giştî dê 150 kes sindoqan biparêzin.

XARPÊT

Li navçeya Depa Xarpêtê dê 11 hezaqr û 650, bi giştî dê 22 hezar û 350 hilbijêr di 121 sindoqan de dengên xwe bikar bînin. DEM Partî tevî peywirdar û muşahidên sindoqan dê 250 kesan ve sindoqan biparêze. Bi piranî parêzer 21 kes jî dê bi erka îtîrazê peywirê bigirin.  

SÊRT

Li Sertê jî dê 376 sindoq werin danîn û dê 107 hezar 643 hilbijêr dengên xwe bikar bînin. Li gel 650 peywirdarên sindoqan, 112 berpirsên dibistanan, 200 muşahit, 40  jê parêzer bî giştî 120 kes dê bi erka îtirazê peywirdar bibin.