HILBIJARTINÊN XWECIHÎ 2024
Hemû Nûçe
-
Bayindir: Eger Kurd bibin yek wê zîhniyeta faşîst têk biçe
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li Bazîdê axivî got, "Em mêtîngeriyê qebûl nakin. Divê Kurd bibin yek. Em ê bersivê bidin zîhniyeta faşîst û yên plana şer dikin." -
OHD'ê têkildarî êşkenceya li girtiyan serlêdan kir
OHD'ê têkildarî binpêkirina mafên mirovan û êşkenceya li girtiyan serî li 2 wezaretan da. -
Li Silopiyayê di mîtînga DEM Partiyê de bi hezaran kes li hev civiyan
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, mîtînga fînalê ya Botanê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi beşdariya bi hezaran kesî destpê kir. -
‘Armanca me ya sereke berfirehkirina qadên îstîhdamê ji bo jin û ciwanan e’
Namzetê hevşaredariya Qoserê ya DEM Partiyê Zeynî Îpek, anî ziman ku dema ew Şaredariya Qoserê ya ku ji aliyê qeyûm ve hatiye xespkirin bi dest bixin, armanca wan a sereke berfirehkirina qadên îstîhdamê ji bo jin û ciwanan e. -
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê: Em ji bo DEM Partiyê seferber bibin
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê bang kir ku ji bo DEM Partiyê di asta seferberiyê de piştevaniyê bikin. -
DEM Partiyê li Dûlkadîroglûyê xebatên xwe yên hilbijartinê zêde kir
Elîf Tûgçe Demîroglû ya Namzeta Hevşaredariya DEM Partiyê ya navçeya Dûlkadîroglû ya Mereşê got: ‘’Hevserokatî xeta me ya mor a jinan e. Feraseta me ya siyasî ew feraset e ji feraseta seroka jinbirayê derbasî pergala hevserokatiyê bûye.’’ -
Karayilan bang li gelê Riha û Botanê kir
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, di daxuyaniya xwe ya beriya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de ev bang li gelê Riha û Botanê kir ku dengê xwe bidin xwe. -
Li Îdirê tifaqa gel a li dijî tifaqa qirêj
Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn li dijî tifaqa qirêj a bi serkêşiya desthilatdariya AKP-MHP'ê bang li gel kir ku dengê xwe bi kar bîne û ewlekariya dengan pêk bîne. -
Xelkê Êlihê wê bersivê bide polîtîkayên şerê taybet
Li Êlihê ku ji sala 2020'î ve ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, gel bi biryar e ku piştgiriyê bide DEM Partiyê. -
Li Rihayê bi hezaran kes li dora DEM Partiyê kom bûn
Namzeta hevşaredariyê Bedriye Yorgun li Wêranşarê axivî û got: "Şaredarî dê bibin malê we", Namzetê hevşaredariyê yê Bêrecûkê Mehmet Begît jî got, "Xizmeta gel wê bi DEM Partiyê re bê." -
Şahiya ciwanan: Dem dema serkeftina gelê Kurd e
Namzeta Hevşaredariyê ya Agiriyê ya DEM Partiyê Hazal Aras di şahiya ciwanan a ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a DEM Partî ya Agiriyê ve hat lidarxistin de axivî û xwest her ciwan di hilbijartinan de berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin. -
Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê didomîn
Ji bo hilbijartinê çendek roj mane, divê çarçoveyê de DEM Partiyê lez da xebatên xwe û li hemû deriyan dixe. -
Hatîmogûllari: Divê em bişev û roj bi ruhê seferberiyê bixebitin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di mitînga Çewlîgê ku bi hezaran kes tevlîbûn de axivî û got: “Ji hilbijartinê re kêm roj man, divê em bişev û roj bi ruhê seferberiyê bixebitin. Em ê piştgirî û piştevaniya gelê xwe yê hêja serbikevin -
Bayindir: Em ê bi ser bikevin û siyaseta şer bisekinînin
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li Qereyaziyê axivî û got, "Em ê bi ser bikevin û vê siyaseta şer bisekinînin." -
Hunermendên TEV-ÇAND'ê ji bo DEM Partiyê bang kirin
Hunermendên Tevgera Çand û Hunerê ya Kurd TEV-ÇAND'ê ji bo Dem Partiyê banga seferberiyê kirin. -
Bakirhan: Rêya 3’yan li dijî faşîzm û bêedaletiyê rêya têkoşînê ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mîtînga Qersê de axivî û got: “Rêya 3’yan rêya têkoşîna li dijî faşîzm, nelirêtî û bêedaletiyê ye. Navnîşana vê jî DEM Partî ye.” -
Namzetên Riha û Tetwanê bang li 'hilbijêrên bi tevger' kirin
Namzetên DEM Partiyê yên Riha û Tetwanê bang li wan hilbijêran kirin ku li bajarên cuda ne, lê divê li Kurdistanê dengê xwe bi kar bînin. -
Ji Hambûrgê bang: Em li Çewlîkê piştgiriyê bidin namzetên DEM’ê
Welatparêzên li Hambûrg û derdora wê dimînin, bang li her kesî kirin ku li Çewlîkê û navçeyên wê piştgiriyê bidin namzetên DEM Partiyê. -
‘Di 1’ê Nîsanê de em ê Şaredariya Tetwanê radestî gelê xwe bikin’
Tê payîn ku DEM Partî di van hilbijartinan de wê li Tetwanê di rêjeyekî zêde de deng bistîne. Namzeta Hevşaredariya Tetwanê ya DEM Partiyê Belkiza Beştaş Epozdemîr wiha got: “Em ê di 1’ê Nîsanê de şaredariyê radestî gelê xwe bikin.” -
Gelê Colemêrgê bi biryar e ku qeyûman bişîne
Gelê Colemêrgê destnîşan kirin ku ew ê di hilbijartinên xwecihî de qeyûman bişînin û şaredariyên xwe dubare bi dest bixin. Her wiha gelê Colemêrgê piştrast kir ku DEM Partî wê li Colemêrgê nêzîkê ji sedî 80 deng bistîne. -
Pinar Sakik Tekîn: Gel îradeya xwe nîşan da
Hevseroka DEM Partiyê ya Bajarê Amedê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku gel îradeyeke mezin nîşan da û got, "Encama pîrozbahiyên Newrozê têkbirina qeyûman e." -
Li Hezexê şahiya gel: Bi hîleyan dixwazin vîna Kurdan desteser bikin
Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegûl Dogan di şahiya gel ya li Hezexê axivî û got: “Bi hîleyan dixwazin vîna Kurdan desteser bikin, lê bila baş bizanin Kurdeke ku ew bixapînin nîn e û nemaye. Em li vir dibêjin dem dema jin jiyan azadiyê ye." -
Meral Daniş Beştaş: Em xwedî li xwe derkevin û dengê xwe bidin xwe
Namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş got: ‘’Girîngtirîn soza me ew e ku em xwedî li xwe derkevin û dengê xwe bidin xwe. Jixwe li Stenbolê em di Newrozê de bi ser ketin.’’ -
DEM Partî: Em dengê xwe bidin û sindoqan biparêzin
DEM Partî li gelek deveran ji bo xebatên hilbijartinê bi gel re hevdîtin kir û banga deng dayîn û xwedîderketina li sindoqan kir. Di hevdîtinan de peyama “Ti hêz nikare agirê li Kurdistanê vemirîne” hat dayîn. -
Divê gelê me teqez biçe warê xwe û dengê xwe bi kar bîne!
Namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Stenbolê Meral Daniş Beştaş got, "Mijara hilbijêrên bi tevger gelekî girîng e". Namzetê DEM Partiyê yê Hevşaredariya Kadikoyê Veysî Eskî jî got, "Yên qeyda xwe li vir nîne divê teqez li warê xwe dengê xwe bi kar bîne."